Parlamenteran li hember ketina TSKyê bertek nîşan da

Parlamenteran li hember ketina TSKyê bertek nîşan da

Piştî belavbûna wêneyên hêzeke tirk di nêv gundekî devera Sîdekanê, hejmareke parlamantarên Kurdistanê daxuyaniyek weşand û tê de daxwaza derxistina artêşa tirk kirin.

A+A-

Li gor Sputnik Kurdistanê Parlementerê Tevgera Goranê Elî Heme Salih ragihand, "îro ji Goran û Yekîtiya Niştîmanya Kurdistanê (YNK) û Yekgirtuya Îslamî û Komela Islamî û Partiya Komûnîst a Kurdistanê 13 parlemantarên daxuyaniyek hevbeş ragihand û tê de daxwaz ji hikûmet û desthilatdarên Herêma Kurdistanê û lraqê kiriye ku rê li hember artêşa tirk bigrin da ku bi kêfa serê xwe nekevin nava xaka Herêma Kurdistanê û wan dever û gundan jî çol bikin û vegerin ser sînorê xwe. "

 

'DIVÊ HEMÛ ALIYÊN SIYASÎ LI DIJÎ VÊ BINPÊKIRINA ARTÊŞA TIRK DERKEVIN'

Herwiha got, "hatina artêşa tirk metirsiyeke mezin e ji xelkê Kurdistanê û pêwîst e hemû aliyên siyasî vê mijarê bi tundî li dijî vê hewildanê derkevin û bi eşkere li dijî siyaseta Tirkiyê rawestin û rê li ber binpêkirina serweriya xaka Kurdistanê bigrin. "

Salih got:

 "Em daxwaz dikîn ku bi zûtrîn dem Parlemana Kurdistanê civîneke ne asayî li dar bixe û bang li hemû cîhanê bike û daxwaz ji hikûmeta herêmê jî bike, da ku xaka kurdistanê biparêze û biryara 37an a sala 2003yan cîbicî bike ku taybet e bi derxistina artêşa tirk ji xaka kurdistanê."

Di beşeke din a daxuyanyê da daxwaz ji hikûmet û parlemana lraqê û Netewên Yekbuyî(NY) û Nûner û Konsulên welatên biyanî li Hewlêrê kiriye ku li hember binpêkirina xaka Herêma Kurdistanê bê deng nemînin û di derxistina artêşa Tirk de rola xwe bilîzin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin