Parlamenterê berê yê Ermenî: Kurdan ti caran zilm li Ermenîyan nekirine
Endamê berê yê Parlamentoya Kurdistanê Yêrwend Emînyan ku bixwe Ermenî ye ragihand ku li herêmê ti caran ji alîyên Kurdan ve weke netew zilm li Ermenîyan nehatîye kirin.
Navenda Nûçeyan- Endamê berê yê Parlamentoya Kurdistanê Yêrwend Emînyan beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê peywendîyên Kurd û Ermenîyan axivî û got ku peywendîyên herdu gelan vedigere dîrokeke kevn.
Yêrwend Emînyan, li ser hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Ermenistanê Armen Sarkissian a li Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê got ku ew ne hevdîtina yekemîn a Barzanî û Sarkissian ye û wiha pê de çû: “Bi rastî peywendîyên Ermenî û Kurdan ne niha, lê ji kevn ve heye û dîrokek dirêj ligel hev borandine, çi xirab çi baş be. Lê niha peywendîyeke baş hene. Em pê şanazîyê dikin îro Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Ermenistanê hevdîtinê dikin.”
Emînyan amaje kir ku Herêma Kurdistanê di şerê DAIŞê de pêşwazîyeke baş ligel Ermenîyan kirîye û derbarê vê yekê de wiha axivî: “Ji ber şerê DAIŞê, hejmareke zêde ya Ermenîyan ji Bexda, Kerkûk û Mûsilê hatin Herêma Kurdistanê, çimkî ev der ciheke aram e.”
Derbarê peywendîyên Kurd û Ermenîyan de Emînyan dibêje: “Kurd û Ermenî du neteweyên gelek nêzîkî hev in, ji alîyê etnîkî ve herdu jî arî ne û zimanê wan Hind-Ewropî ye û weke birayên hev in. Herdu gel jî tûşî zilmê bûne. Îro li parlamentoya Kurdistanê parlamenterê Ermenî û li parlamentoya Ermenistanê jî parlamenterê Kurd hene. Ev peywendîya di navbera herdu alîyan cihê kêfxweşîyê ye. Zêdeyî 300 xwendekarên Kurd li zanîngehên Ermenistanê dixwînin.
Ermen û Kurd ji kevn de ligel hev bûne, di heyama jenosîda Ermenîyan a sala 1921an de Şêx Ehmed û Mela Mistefa Barzanî bi hawara Ermenîyan çûn. Ev di dîrokê de hate tomarkirin. Berê sed salan dema Ermenî hatin Zaxoyê kesê ji wan nepirsî hûn Ermenî ne çima hûn hatine Kurdistanê, berêvajoyê wê yekê hêsankarî ji wan re kirin tevî ku çekên wan jî hebûn. Ti caran li vê derê weke netewe zilm ji alîyê Kurdan ve li Ermenîyan nehatîya kirin.”
Emînyan da zanîn ku biryar e di meha Adar an jî Nîsanê de li Hewlêrê konsulxaneya Ermenistanê vedibe û herwiha got ku ji bo bihêzkirina peywendîyan divê nûnertîya Herêma Kurdistanê li Ermenistanê jî were vekirin.
Sîyasetmedarê Ermenî bibîr xist ku bi piştevanîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê mezintirîn klîseya Ermenîyan li Hewlêrê hate vekirin û çend metranên Ermenî yên li cîhanî beşdarî merasima vekirina wê klîseyê bûne.
Yêrwend Emînyan herwiha da zanîn ku li Herêma Kurdistanê derdora 3 hezar xelkê Ermenî hene û ew li deverên xwe, zarokên wan bi zimanê xwe perwerde dibin û wa maf di yasayên Herêma Kurdistanê de hatine parastin.
Ji bo temaşakirina vû nûçeyê bitikînin
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin