Parlamenterê Katalan çû Rojavayê Kurdistanê
.
Parlamenterê Katalonyayê Ruben Wagensberg çend roj berê çûbû serdana Rojavayê Kurdistanê û gelek hevdîtin pêk anîbûn.
Parlamenterê Katalonyayê Ruben Wagensberg piştî serdana xwe ya 4 rojan a Rojava ji Rûdawê re diyar kir ku armanca wan ew bû ku rewşa mirovî ya xelkê Rojava bînin rojevê û ev mijar di medyaya Ewropayê de cih bigire.
Wagensberg roja yekşemê piştî vegeriya Katalonyayê got, "Armanca sereke ya serdana me ya Rojava ew bû ku em ronî biavêjin ser rewşa koçberên herêma Şehbayê (xelkê berê yê Efrînê) ku niha li Reqa û Tebqayê bicih bûne.
Serdana me bi piranî li ser esasê rojnamegeriyê bû û me karî di medyaya Ewropayê de gelek nûçe li ser rewşa mirovî ya van kesan belav bikin."
Rewşa koçberên Efrînê
Siyasetmedarê Katalan Carles Albert jî hefteya borî li gel Wagensberg serdana Rojava kir.
Destpêka vê mehê piştî ku komên çekdar ên nêzikî Tirkiyeyê herêma Şehbayê dagir kir nêzikî 120 hezar kesî ji herêma Şehbayê koçî herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê kir.
Herêma Şehbayê pêştir di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bû.
Piraniya van kesan berê jî ji bajarê xwe Efrînê koçber bûbûn piştî ku di sala 2018an de bajêr ketibû bin dagirkeriya heman grûpan.
Rayedarên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê hişyarî daye ku ew kes di rewşeke xerab de ne û alîkariyên navneteweyî jî kêm bûne.
Kêmasiya alîkariyên navneteweyî û pêwîstiyên bilez
Parlamenterê Katalan Wagensberg got, "Me di heman demê de derfet dît ku ka pêwîstiyên wan ên paşerojê çi ne, ji ber ku alîkarî û hevkariya navneteweyî ya ku digihîje wan gelekî kêm in.
Me tenê 4 rojan li bakur û rojhilatê Sûriyeyê derbas kir û em bi piranî li ser vî karî rawestiyan."
Şandeya Katalan bi gelek rayedarên payebilind ên Rojava û fermandarên leşkerî re civiyan ku di nav wan de Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî jî hebû.
Wagensberg diyar kir armanca civînan ew bû ku "em rewşa heyî û îhtîmala koçberiyên nû yên ku dikarin çêbibin eger şer berfireh bibe baştir fêm bikin, mînak, eger dagirkirina Kobanê yan herêmên din çêbibe."
Li ser pirsekê derbarê sedemên serdana wî ya Rojava de, parlamenterê Katalan wiha got:
"Bi xwezayî girêdaneke min a taybet bi pirsgirêka Kurdan re heye, ji ber sedemên eşkere Katalan xwe nêzî Kurdan dibînin."
Wagensberg destnîşan kir ku wî berê jî serdana kampên penaberan ên li Herêma Kurdistanê kiriye û got ku ew ji nêzik ve li pey pêşketinên li Herêm û Rojava ye.
Referandûmên Kurdsitan û Katalonyayê
Her çi qasî Herêma Kurdistanê û Katalonyayê bi hezaran kîlometreyan ji hev dûr bin jî, her du netewe piştgiriya hev dikin.
Di sala 2017an de her du herêman referandûma serxwebûnê li dar xistin.
Her çiqas ji sedî 90ê gelê Kurdistanê û Katalonyayê dengê xwe ji bo veqetîna ji Îraq û Spanyayê da jî, her du herêm hê jî di nav sînor û desthilata van welatan de ne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin