Parlamenterê Kurd ê Norwecê: Em bi peyama Nêçîrvan Barzanî gelek kêfxweş in
.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser daxwaza Wezîra Derve ya Norwêcê peyamek pêşkêşî du hevwelatiyên Kurd kir ku di hilbijartinên Şaredariyê yên Norwecê de berbijêr in. Parlamenterê Norwcê Manî Hisênî jî bersiva Nêçîrvan Barzanî da û got: “Em bi peyama Nêçîrvan Barzanî gelek kêfxweş in.”
Wezîra Derve ya Norwecê Anniken Huitfeldt li Almanyayê di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.
Anniken Huitfeldt ku rayedareke payebilind a Partiya Karker a Norwêcê ye, di nava 20 salên dawî de weke wezîra zarok û wekheviyê û wezîra kar û karên civakî û gelek wezîfe wergirtiye, daxwaz ji Nêçîrvan Barzanî kir ku ji bo berbijêrên hilbijartinên şaredariyê yên Norwêcê bi zimanê Kurdî peyameke vîdyoyî ji du endamên partiya xwe re bişîne.
Navê wan berbijêrên Kurd yek ji wan welatiyan Huda Îmad û yê din jî Manî Husênî ye.
Serokê Herêma Kurdistanê vîdyoyek ligel Wezîra Derve ya Norwêcê tomar kir û got “Huda Xan, ez Nêçîrvan Barzanî me ligel Wezîra Derve ya Norwecê li Munchenê, em silav, rêz û îhtiramên xwe ji bo te û birêz Manî re dişînin. Hêviya me ew e ku hûn baş bin, hêviya me ew e serketî bin û hêviya me ew e ku hûn rola xwe li Norwêcê ji bo piştevaniya Kurd û welatê xwe bilîzin. Gelek spas. Bye."
Manî Husênî jî bersiva Nêçîrvan Barzanî da û got: “Derbarê videoya û slavên Serok Nêçîrvan Barzanî bo min û hevala me Huda em gelek serbilind in bo vê peyamê û spasiya wî dikin. Em weke siyasetmedar weke pêşî xizmeta welatê xwe Norwecê dikin, lê em welatê xwe Kurdistanê ti caran ji bîr nakin û xizmetê bo miletê xwe dikin.”
Tê plankirin ku hilbijartinên meclîsên eyalet û şaredariyan ên Norwêcê di Îlona îsal de pêk werin û du welatiyên di lîsteya Partiya Karker de cih digirin. Yek ji van jî Manî Husênî yê 36 salî ye û li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye û ya din jî Huda Îmad di sala 1995 'an de li Hewlêrê jidayik bûye.
Huda Îmad nivîskar e û di dîrokê de xwedî pisporî ye. Huda li Girava Fray ya Şaredariya kristiansund dijî û ji bo pasta serokatiya encumena şaredariya navçeya Akirshusê berbijêra Partiya Karkeran a Norwêcê ye.
Welatiyê din Manî Husênî ye û di sala 1987an de li Qamişloyê ji dayik bûye. Ew di 12 saliya xwe de çû Norwêcê û di sala 2006 de bû endamê Komeleya Ciwanên Karker, ku mezintirîn komeleya siyasî ya ciwanan a welat a girêdayî Partiya Karker a Norwêcê ye. Manî di sala 2014an de bû serokê komeleyê û heta meha Mijdarê wezîfe kir.
Biryar e di meha Mijdarê de li Norwêcê hilbijartinên şaredariyan bên kirin.
Di 20 salên derbasbûyî de hejmara Kurdên li Norwecê bicih bûne bi awayekî berçav zêde bûye. Di sala 1993an de hejmara Kurdan derdora 2 hezar kesan bû, lê niha nêzîkî 30 hezar kesan bûye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin