Parlamenterê li dijî Herêma Kurdistanê doz vekirî: Kesê berevaniya Kurdistanê nekir

Parlamenterê li dijî Herêma Kurdistanê doz vekirî: Kesê berevaniya Kurdistanê nekir

.

A+A-

Parlamenterê serbixwe yê Parlamentoya Iraqê Mistefa Senad ragihand ku wî 9 meh berê li Dadgeha Bilinda Federal a Iraqê li dijî pişka bûdceya Herêma Kurdistanê doz vekir û got, "Lê di vê heyamê de, ti kes derneket ku berevaniyê li mafên Herêma Kurdistanê û hikûmetê bike û berovajî vê yekê îspat bike."  Senad got ku wî ji bo "parastina mafên Besrayê" ew doz vekiriye.

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê li ser giliya parlamenterê serbixwe û endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Mistefa Senad û Parêzgarê Wasitê Mihemed Meyahî ya derbarê şandina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê civiya. Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê bi hinceta ku li dijî yasa û destûrê ye hemû biryarên encûmena wezîrên Iraqê yên li ser şandina pereyan ji bo Herêma Kurdistanê betal kiribû.

Mistefa Senad ku bû mêvanê bernameya Rûdawî Îro ya ku Nûner Fatih di Rûdaw TV de pêşkêşî kiribû, bersiva pirsên derbarê mijarê de da.

Senad da zanîn ku Iraq dewleteke navendî ya federal e û ji bilî yasadanîn, cîbicîkar û dadweriyê saziyên serbixwe jî hene, lewma wan serî li Dadgeha Bilind a Federalî da.

Bi gotina Senad, “tevahiya mûçeyên Herêma Kurdistanê di nav mafên darayî yên bûdceya federalî ya Herêma Kurdistanê de hatine misogerkirin” û ew dibêje: “Li gorî xala 11ê ya qanûna bûdceya federal a sala 2021an, Herêma Kurdistanê divê 250 hezar bermîl petrol ji SOMOyê re bişîne û li hemberî jî  divê hikûmeta federal li gorî hejmara gel mafê bûdceyê bişîne. Ji ber pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pişka diyarkirî ya petrolê neşand û hesabên darayî yên firotina petrolê jî neha temamkirin. Eger rêjeya petrolê ya di madeya pêwendîdar de hatiye diyarkirin neyê şandin, hikûmeta federal dê mafên xwe yên aborî ji bûdceyê bibire. Di serdema serokwezîrtiya birêz Kazimî de mehane 200 milyar dînar ji Herêma Kurdistanê re dihat şandin. Ji bo sê mehên piştî wî 320 milyar dînar hatin şandin. Pirs ev e, kî vê rêjeyê destnîşan dike? Yanî xerciyên mehane yên mûçeyên Herêma Kurdistanê tenê 200 milyar dînar in? Çima ne kêm an zêde? Bi baweriya min divê ev rêje ji 200 milyar dînar kêmtir be û li gor jî divê 900 milyar dînar be. Ji bo çareserkirina vê nakokiyê pêwîst e serî li dadgehê bidin.”

Senad diyar kir ku di vê çarçoveyê de 9 meh berê serî li Dadgeha Bilind a Federal daye û got: “Lê di nava van 9 mehan de ti kes dernekek ku parastina mafên Herêma Kurdistanê û hikûmeta wê bike, kes derneket berovajî vê yekê îdia bike. Min ev dosya li ser rapora Gulana 2022ê ya Buroya Çavdêriya Darayî ya Federalî amade kir, ku tê de dahat û dahatên bacê yên Herêma Kurdistanê ji firotina petrolê eşkere kiribû.”

“Kurdistan di wê baweriyê de ye ku bêedaletî hatiye kirin”

Parlamenterê Iraqî tekez kir, ku pêwîst e were pirskirin ka mûçeyê mehane yê pêwîst bo fermanber û xanenişînên Herêma Kurdistanê çawa tê hesabkirin û wiha pê de çû: “Bi baweriya min Herêma Kurdistanê di vî warî de mafên xwe winda dike. Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku di vê mijarê de neheqî li wê hatiye kirin. Hikûmetê biryar da ku 200 milyar dînar bişîne da ku rêyek navîn peyda bike. Ji bo çareserkirina vê nakokiyê em çûn dadgehê. Dadgeh dê biryara xwe ya dawî li ser rewabûna rêjeya şandî bide û çi biryar bê dayîn em dê qebûl bikin. Lê piştî biryara dadgeha federal divê mekanîzmayeke nû bê dîtin û rêkarên ji bo dabînkirina rewatiya rasteqîne û başkirina peywendiyên heyî bên kirin da ku em li pêşberî gelê xwe neyê şermê. Xelk gazinan dikin ku ev pereyê ku dahata petrola Besra, Zikar û Meysanê ye, dikeve berîka hemû Iraqiyan."

Derbarê sedema giliyê xwe de wiha got: “Nefta Herêma Kurdistanê li gorî destûrê petrola hemû Iraqiyan e, lê radestî Bexdayê nehatiye kirin. Xalên 111 û 112 yên Destûra Bingehîn vê yekê bi zelalî diyar dikin. Eger para we ji petrola Besrayê hebe, para min jî ji petrola Herêma Kurdistanê heye.”

"Çawa  nûnerên Kurd gelê xwe diparêzin ez jî gelê xwe diparêzim"

Di bersiva pirsekê de ku çima biryara Dadgeha Federalî ya li dijî Herêma Kurdistanê weke "serkeftin" hat dîtin Senad wiha got: “Belê ev serkeftin e, çawa ku nûnerên Herêma Kurdistanê berevaniyê li neteweya Kurd û gelê Kurd dikin, ez jî berevaniyê li xizm û gelê xwe dikim. Ez jî kurê Besrayê me û di wê baweriyê de me ku dewlemendiya Besrayê bi neheqî tê belavkirin. Dahata me ya gumruk, bac, gaz û petrolê bi vî awayî diçe. Tenê li parêzgeha Besrayê 3.5 milyon bermîl petrol tê berhemanîn û em nikarin ti pişkekê werbigirin, bûdceya me ji yek trîlyon dînarê Iraqî derbas nabe. Dahata me diçe Herêma Kurdistanê, ev bi dîtina me ne rast e. Ji ber vê yekê me serî li dadgehê da.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Senad got: “Ez şanaziyê bi pêşhatên Herêma Kurdistanê dikim, em ligel malbat û hevalên xwe diçin Hewlêr, Silêmanî û Duhokê, dema em geşbûna herêmê dibînin em kêfxweş û serbilind dibin. Ti dijminatiya me li hember Herêma Kurdistanê nîne. Em ne li dijî hikûmetê û gel in. Weke nûnerê parêzgeha Besrayê, ez wisa difikirim ku li hember mal û milkê me neheqî li me hatiye kirin û ji ber wê jî min gilî li Bexdayê kiriye. Gelek giliyên min ên din jî hene lê ew derbarê Wezareta Darayî de ne.”

“Ez rêzê li biryara gelê Kurd digirim”

Li ser pirsa "Hûn dixwazin Herêma Kurdistanê ji Iraqê cuda bibe?" Senad got: “Li ser vê mijarê nêrîneke min heye, lê ez naxwazim niha li pêşberî çapemeniyê eşkere bikim. Lê ez rêzê li biryara gelê Kurd û rêveberiya wî ya siyasî digirim. Heger hûn ji min bipirsin, Herêma Kurdistanê jixwe pêkhateyeke serbixwe ye û gelek derfet û dezgeh hene. Hikumeta navendî di gelek mijaran de li herêmê ne xwedî desthilatdarî û hiqûqê ye. Ji min bawer bikin, tiştê ku em niha ji bo Besrayê dikin ew e ku mîna we hişyariyê bilind bikin.”

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin