Parlamenterekî Swêdê: Xeta sor e em hemwelatiyên xwe radestî Tirkiyê bikin

Parlamenterekî Swêdê: Xeta sor e em hemwelatiyên xwe radestî Tirkiyê bikin

.

A+A-

 Parlamenterê Lîberal ê Swêdê Fredric Mall ku  piştîvaniya serxwebûna Kurdistanê dike got: “Xeta sor e; em welatiyên Swêdî radestî Tirkiye bikin û ev bi temamî dijî yasayên me ye.”

Rêgiriya Tirkiyê ku naxwaze Swêd û Fînlanda bibin endamê NATOyê û razîbûna girêdayî çend daxwazan ku peywendiya beşekî ji wan bi Kurdan ve heye, mijara bernameyê vê carê yê Dîasporaya Tora Medyayî ya Rûdawê bû.

Bernameya Dîaspora behsa pirsgirêka Swêd û Tirkiyê û rola Kurdan di nav civaka Swêdî de kir.

Tîma Rûdawê çû Swêdê daku li wir ji nêzîk ve bandora wê pêngava Enqerê bo ser Kurdên niştecihê Swêdê lêkolîn bike.

Temenê Kurdan li Swêdê zêdeyî 40 sal e; derencama wê dema zêde, beşeke berçav a Kurdan li wî welatî karîne pêgeha xwe bihêz bikin.

Welatiyê Kurd ê li Swêdê Selam Cizîrî diyar kir ku derdora 160 hezar heta 180 hezar Kurd li Swêdê dijîn û kêmanî 100 kes endamên encûmena şaredariyan e li wî welatî.

Kurda Rojhilatê Kurdistanê Amîne Kake Bawe jî 14 sal e parlamentera Swêd e, û dengê wê di pêkanîna hikûmeta niha ya Swêdê de yekalîker bû.

Parlamentera Swedê Amîne Kake Bawe diyar kir ku ew li dijî endambûna Swêd bo NATOyê ye, çimkî di nav wê hevpeymaniyê de bi gotina wê “welatên weke Tirkiyê dagirker” hene.

Amîne yek ji 33 kesayetiyên din ên Kurdên niştecihê Swêdê ye ku Tirkiye daxwaz dike.

Tîma Rûdawê çûye meydana serekî ya Stokholmê, ew cihê taybet ku têde bûyer û dîrokên taybet hatine tomarkirin.

Parlamenterê Lîberal Fredric Mall  piştîvaniya serxwebûna Kurdistanê û piştgiriyê li Rojavayê Kurdistanê dike.

Parlamenterê Lîberal Fredric Mall dibêje: “Xeta sor ev e; em nikarin welatiyên Swêdî radestî Tirkiye bikin. Ev bi temamî dijî yasayên me ye. Eger tu welatiyek Swêdî bî û Tirkiye bixwaze tu bê radestkirin, yasa rê bo vê yekê nade ku pêk bê.”

Fredric Mall herwiha got: “Tişta ez dibînim belê, ji ber eger ne wiha be divê em yasayên xwe biguherin û deriyê şandina xelkê bo sîstemên dîktatorî vekin. Em nikarin vê yekê bikin.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin