Parlamentoya Iraqê 45 maddeyên butçeyê pesend kirin
Parlamentoya Iraqê di rûniştina îro de 45 maddeyên projeyasaya butçeya giştê ya 2018ê pesend kirin. Fraksyonên Kurdistanî jî rûniştin boykot kirin û ji salona civînê derketin.
Hejmara yasayî ya Parlamentoya Iraqê temam bû û civîna gotûbêjkirina projeyasaya butçeya 2018 ya Iraqê dest pê kir. Peyamnêrê Rûdawê ji Bexdayê ragihand ku Fraksyonên Kurdistanî rûniştin boykot kirine û neçûne salona civînan a Parlamentoya Iraqê.
Derbarê maddeyên 13 û 14 ên projeyasayê de jî, Peyamnêrê Rûdawê got: “Ji ber Suneyan nerazîbûna xwe anîn ziman û gefa boykotê kirin eger bikevin dengdanê, dibe ku îro deng li ser wan herdu maddeyan neyê dayîn û dengdanê ji maddeya 15ê dest pê kir.”
Berî civîna parlamentoyê li ser raspardeya hersê serokatiyên Iraqê ku roja Pêncşemê civiya bûn û Lijneya Darayî ya Parlamentoyê bo çareserkirina pirsgirêka butçeyê rasipardibû, îro endamên Kurd ên Lijneya Darayî ligel endamên Ereb ên lijneyê civiyan û daxwiyaniyên cuda li ser encama civînê hene.
Endamê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqî Mesûd Heyder piştî civînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Ti daxwazeke Kurdan nehat cîbicîhkirin.”
Lê Biryarderî Lijneya Darayî û Serokê Fraksyona Komela Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Hacî Reşîd berevajiya Heyder ji Tora Medyayî ya Rûdawê re wiha axifî: “Sê trilyon dînar wek îhtiyat-yedk ji Herêma Kurdistanê re hatine danîn.”
Li aliyê din Sune ku têbiniyên wan li ser maddeya 13 ya projeyasayê hene, beşdarî civînê bûn û dibêjin eger daxwazên wan di wê maddeyê de nehatibin cibicîhkirin wê demê deng nadin.
Herwiha tekez dikin ku eger ti guhertinek nehatibe kirin, ew jî ji civînê derdikevin û dengdanê boykot dikin. Eger tiştekî wiha çêbibe dibe ku civîn heta rojeke din were paşxistin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin