
Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
.
A+A-
Parlamentoya Îraqê yasaya parêzgehbûna Helebceyê pesend kir û ew bajarê Herêma Kurdistanê bû 19emîn parêzgeha Îraqê.
Demekê berê rûniştina Parlamentoya Îraqê ya li ser yasaya parêzgehbûna Helebceyê dest pê kir.
Sekreterê Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê Amanc Rehîmr agihand ku dengdan ji bo projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê hat kirin û parlamentoyê projeyasaya pesende kir.
Rûniştina parlamentoyê bi beşdariya 178 parlamenteran bû.
Amanc Rehîm got, “Pîroz be, Helebce bû 19emîn parêzgeha Îraqê."
Endamê Parlamentoya Îraqê Musenna Emîn ji Rûdawê re ragihand ku ev biryar naskirina jenosîda Helebceyê ye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin