Parlamentoya Kurdistanê êrişên Tirkîyê şermezar kirin

Parlamentoya Kurdistanê êrişên Tirkîyê şermezar kirin

Serokatîya Parlamentoya Kurdistanê bombebaranên Tirkîyê şermezar kirin

A+A-

Navenda Nûçeyan - Serokatîya Parlamentoya Herêma Kurdistanê derbarê êriş û bombebaranên Tirkîye û Îranê de daxuyanîyek belav kir û “şehîdbûna çendîn hemwelatîyan li sînorê parêzgeha Duhokê ji ber dawîn êrişên Tirkîyê” şermezar kir.

Di daxuyanîyê de amaje bi wê hatîye kirin ku di çend rojên derbasbûyî de ji ber êrişên artêşa Tirkîyê bo ser hêzên PKKê li navçeyên sînorî, “çendîn hemwelatîyên Herêma Kurdistanê bûne qurbanî û şehîdn bûne.”

Parlamentoya Kurdistanê dibêje, bi wergirtina azmûn ji hemû operasyon, şer, leşkerkêşî û êrişên çekdarî di demên derbasbûyî de, ti pirsek bi şer û rûbirûbûna serbazî çareser nebûye û berdewam xwînrijandin ji her alîyekê ve be, aştîyê zêdetir dûr dixe û astengên zêdetir ji bo demokrasî û çareserîya pirsa Kurd li Tirkîyê çê dike.

Herwiha Parlamentoya Kurdistanê, piştevanîya xwe ya temam bo xebata medenî, demokrat û parlamenterî ji bo çareserkirina pirsa Kurd û bidawîanîna şer, kuştarî û leşkeşkêşîyan derbirî ku li gor daxuyanîya hatîye belavkirin, ev bûne sedema mirina xelkê sivîl û şewitîna rez, bax û wêranbûna dêhatên Herêma Kurdistanê.

Serokatîya Parlamentoya Kurdistanê daxwaz dike, ti welat, hêz û alîyek axa Herêma Kurdistanê û sînorên wê ji bo êriş, leşkerkêşî û topbaranê bikar neyîne ku dibe sedema wê yekê xelkê medenî yê Herêma Kurdistanê bibin qurbanî.

Di heman demê de Serokatîya Parlamentoyê dîyar dike, ew piştevanîyê li wê dikin ku Herêma Kurdistanê peywendîyên bihêz ên dostane li gel Tirkîye, Îran û welatên din ên navçeyê hebe û ew jî li ser binemaya, “rêzgirtin li berjewendîyên hevbeş û girîngîpêdana peywendîyên aborî, bazirganî û kultûrî.”

Herwiha Serokatîya Parlamentoya Kurdistanê serxweşîyê li “kesûkarên şehîdên bombebarana Tirkîyê” dike û hêvîya başbûnê bo birîndaran dixwaze.

Roja Înê, 19.06.2020, ji ber bombebarana firokeyên Tirkîyê li sînorê Şeladizê û Kanî Masê, 5 hemwelatîyên sivîl canê xwe ji dest dabûn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di daxuyanîyekê de şehîdkirin û zîyangihandina bi hemwelatîyan şermezar kiribû ku her ji alîyê kê ve û bi çi sedemê hatibe encamdan û daxwaz li Tirkîyê kiribû rêz li serwerîya Herêma Kurdistanê bigire û herwiha daxwaz ji PKKê jî kiribû, wan navçeyan vala bike ku zêdetir nebe sedema alozîyan li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin