
Parlamentoya Rûsyayê daxwaza Putin pejirand
.
A+A-
Seroka Encûmena Federal a Rûsyayê (Parlamento) Valentina Matviyenko ragihand; daxwaza Vladimir Putin a ji bo bikaranîna hêzê li derveyî sînorên Rûsyayê hat pejirandin.
Di biryarnameya Parlamentoya Rûsyayê de hat diyarkirin ku projebiryar bi dengên 153 senatorên Rûsî ve hatiye pejirandin.
Herwiha di biryara parlamentoyê de hatiye eşkerekirin: “Encûmena Federal daxwaza Serokê Rûsyayê ji bo bikaranîna hêzê li derveyî axa Rûsyaya Federal li gor bingeha yasaya navdewletî pejirand.”
Projebiryar tekezî li wê yekê dike ku biryardana hejmara hêzên çekdar û deverên operasyonên wan û dema mana wan hêzan li derveyî sînor, di desthilata Serokê Rûsyayê de ye.
Herwiha hatiye eşkerekirin ku ev biryar piştî derketinê, rasterast dikeve warê cîbicîkirinê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin