Parlamentoya Swêdê kîmyabarana Helebceyê bi bîr anî

Parlamentoya Swêdê kîmyabarana Helebceyê bi bîr anî

.

A+A-

Parlamentoya Swêdê kîmyabaran Helebceyê bi bîr anî.

Sibe roja yekşemê salvegera kîmyabarana Helebçeyê ye.

Berî wê jî, vê hefteyê li Swêdê bîranîneke hêja ya vê salvegerê çêbû.

Li bajarê Stockholmê û di nava avahiya parlamentoya Swêdê de ev roj hat bibîranîn.

Nûnertiya Hikûmeta Kurdistanê ya Swêdê, bi hevkariya tora Swêdiyan û Kurdan ya nava parlamentoya Swêdê û Federasyona Komeleyên Kurdistanî yên Swêdê ev bîranîn pêk anîn.

Holeke tijî siyasetmedarên Swêdî û Kurdistanî, bi çend kesên ku ji kîmyabarana Helebçeyê rizgar bûne û nûnerên saziyên diyasporaya Kurdan a li Swêdê, guhdariya lorîn û hewarên hunermendên Hewramanê ku di bîranînê de beşdar bûn kirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin