Parlementerê Swêdê Jabar Amin hate desteserkirin
Parlementerê Partiya Jîngehê ya Swêdê yê bi resen Kurd Jabar Amin, li Belafirxaneya Ataturk a li Stenbolê hate desteserkirin. Amin ligel grûbek parlementer ji bo çavderiya hilbijartinan li Tirkiye hatibû Stenbolê.
A+A-
Li gor agahdariyên medya Swêdê, gava Jabar Amin hatiye ber Kontrola Passportê, Hêzên Ewleyî yên Tirkiye li benda wî bûn e û yekser ew desteser kirin e. Polisan diyarkiriye ku, biryar ji desteyek bilind ve hatiye dan. Sedema desteserkirina Jabar Amin nehatiye diyar kirin.
Wezareta Derve ya Swêdê ragihand ku, agahdarî liser desteserkirina Jabar Amin gihiştiye wan û wan yekser pêwendî ligeg Tirkiye daniye û daxwaza agahdariya desteserkirinê kirin e.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin