
Parlementerê YNKê Mîrza: Bexda 820 milyar dînarê Pêşmerge neşandîye
Parlementerê Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê ji Fraksîyona Yekîtîyta Kurdistanê li Parlementoya Iraqê Şîrwan Mîrza aşkere kir Bexda 820 milyar dînarê Pêşmerge neşandîye û amara Pêşmergeyan dike bîyanû û pereyên Pêşmergeyan naşîne.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Îro roja înê 27.12.209an Şîrwan Mîrza, ji BasNewsê ra axivî û got: “Bexdayê 820 milîyar dînarê Pêşmerge neşandîye. Bexda dibêje goya Hewlêrê amara Pêşmergeyan jê ra neşandîye û Hewlêr jî dibêje me hertiştek şandîye lêbelê Bexda ew pareye Pêşmerge neşandîye. Bexda hebûna 68 hezar Pêşmerge qebûl dike lêbelê hejmara Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê zêdetirin û ji ber wê jî Bexdayê beşek ji pereyan neşandîye.
Herwiha Şîrwan Mîrza da zanîn ku di bûdçeya sala 2020an a Iraqê da bûdçeya Pêşmergeyan hatîye zêdekirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin