
Parlementerekî Iraqî: Kabîneya nû ya Iraqê dusibe tê eşkerekirin
Endamekî parlementoya Iraqê dibêje, serokwezîrê nû yê Iraqê endamên kabîneya nû destnîşan kirîye û dê dusibe bi fermî eşkere bike.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Endamekî parlementoya Iraqê bi navê Mihemed Xalidî ragihandîye, serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Tofîq Ellawî endamên kabîneya xwe destnîşan kirîye û dê roja 16 vê mehê eşkere bike.
Wî parlementerî daye zanîn, Ellawî dê serkomar Berhem Salih û serokwezîrê niha Adil Ebdulmehdî agahdar bike paşê navên endamên kabîneya xwe pêşkêşî parlementoya Iraqê bike da ku parlemento pesend bike.
Basnews
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin