Parlementoya Awrûpayê xwest dorpêçan deynin ser Tirkiyê
.
Parlementoya Awrûpayê bertekê li hemberê kiryarên Tirkiyê nîşan da û xwest Tirkiyê ji biryara vekirina perçeyekî ji Maraşa Kibrisê vegere, mijara Kibris li ser bingeha du federasyonan bê muzakerekirin û eger nebe, divê Yekîtiya Awrûpa dorpêçan deyne ser Tirkiyê.
Di dengdana Parlementoya Awrûpayê de biryarekî ku Tirkiye ne mecbûre bike hat dayîn ku ew jî li ser mijara Maraş û muzakereyên Kibrisê ye. Li ser mijara Maraşê weha hat ragihandin:
“Vekirina perçeyekî ji herêma Maraşê kiryareka Tirkiyê ya ne rewa û qanûniye. Divê biryar betal bibe û herêm dewrî xelkê ku di wê wextê de li Maraşê bûn, bêkirin û demografiya herêmê neguhire.”
Bi biryara Parlementoya Awrûpayê tenê niyeteka paqij, li gor pêdiviya hûqûqa navdewletî bi diyalog bê çareserkirin, bi dîplomasiyê û muzakereyan mijar bê çareserkirin û eger çareser bibe, wê bo fêdeya temamê welatên herêmê be.
Eger xalên li jorê nên çareserkirin, ji Yekîtiya Awrûpayê hat xwestin ku dorpêçan deynin ser Tirkiyê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin