
Parlementoya Kurdistanê roja Çarşemê dicive
Roja civîna parlementoya Kurdistanê ya pesendkirina kabîneya nû ya hikûmetê hat kifşkirin.
A+A-
Roja civîna parlementoya Kurdistanê ya pesendkirina kabîneya nû ya hikûmetê hat kifşkirin.
Li gorî agahiyên BasNewsê, pêkhateya kabîneya nû ya hikûmetê roja çarşemiyê (10 vê mehê) xilas dibe û radestî parlementoya Kurdistanê tê kirin.
Seroka parlementoya Kurdistanê Vala Ferîd jî îro bang li hemû endamên parlementoyê kir roja çarşemiyê saet 11:00 kom bibin bo pesendkirina kabîneya nû.
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed jî beriya niha gotibû, parlementoya Kurdistanê roja 10 vê mehê bo pesendkirina kabîneya nû dicive.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin