Partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê Abdurehman Qasimlo bi bîr anîn

Partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê Abdurehman Qasimlo bi bîr anîn

.

A+A-

 Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), Partiya Sosyaslîst a Kurdistanê (PSK) û Platforma Ciwanên Kurd bi helkefta salvegera şehîdkirina rêberê Kurd Dr. Abdurehman Qasimlo daxuyanî dan û ew bi bîr anîn.

Serkirdeyê  Kurdê ji Rojhilatê Kurdistanê û Sekreterê Gişît yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Dr. Abdurehman Qasimlo 13ê Tîrmeha sala 1989an li bajarê Wiyena ya paytexta Awûsiryayê bi komployeke dewleta hatibû şehîdkirin.

PSK: Şagirtê Qasimlo sengera xebatê bernadin

PSK di peyama xwe ya bi boneya 33yemîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo de dibêje: “Xeyala rejîma Îranê ev bû, ku bi şehîdkirina Dr. Qasimlo ve xebata HDKÎ bo azadiya Kurdistana Rojhilatê têk diçe. Lê belê xebat û berxwedana şagirt û hevsengerên Qasimlo nehiştin, ku rejîma axundan bigihije armanca xwe.”

PSK herwiha diyar diyar dike: ““Em piştrast in, ku şagirt û hevsengerên Şehîd Qasimlo, sengera xebatê bernadin û alayê Qasimlo û hemû şehîdên Kurdistanê bilind radigrin.”

Peyama PSKê wiha ye:

“Li ser şehîd kirina Sekreterê Gîştî ya Hizba Demokrata Kurdistana Îrane (HDKÎ) Dr. Abdulrehman Qasimlo, Endame Komîta Merkezî Ebdulla Qadrîazer û mamostayê zanko Dr. Fazil ji aliyê terorîstên ser bi rejîma Cumuhuriyeta Îslamî ya Îranê ve, 33 sal derbas bûn.

Xeyala rejîma Îranê ev bû, ku bi şehîdkirina Dr. Qasimlo ve xebata HDKÎ bo azadiya Kurdistana Rojhilatê têk diçe. Lê belê xebat û berxwedana şagirt û hevsengerên Qasimlo nehiştin, ku rejîma axundan bigihije armanca xwe û alayê xebata Qasimlo û hemu şehîdên Kurdistanê bilind ragirtin.

Em bi boneya salvegera 33yan a şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî carekî din, bi tundî Rejîma Cumhuriyeta Îslamî ya Îranê mehkum dikin û ji hikumeta Avusturyayê daxwaz dikin, ku dosyayê şehîdkirina Qasimlo ji nu ve veke û kujeran bo bîrûrayê cîhane binasine.

Baştirin diyari bo şehîdan berdewam kirina xebatê wan e. Em piştrast in, ku şagirt û hevsengerên Şehîd Qasimlo, sengera xebatê bernadin û alayê Qasimlo û hemû şehîdên Kurdistanê bilind radigrin.

Îro baştirin yadkirina şehîd Qasimlo serxistina proseya ‘yekxistina rêfên demokratan’ e.

Em piştrast in hevsengerên Şehîd Qasimlo mîzgîniya ”yekxistina demokratan” wê bidin û dilê kurdan şad dilê dijminan reş bikin. Şehîd Dr. Qasmlo hemu şehîdên Kurdistanê nemir in.”

PAK: Dr. Abdurahman Qasimlo, sîyasetmedar, rewşenbîr û dîplomatekî welatperwer bû

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ya Bakurê Kurdistanê di salvegera qetilkirina Dr. Abdurahman Qasimlo de diyar kir ku ew sîyasetmedar, rewşenbîr û dîplomatekî welatperwer bû.

Peyama Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK):

“Sekreterê Giştî yê PDKÎ (Partîya Demokrat a Kurdistan a İranê) Dr. Abdurahman Qasimlo di 13yê Tîrmeha 1989an de li Wiyeneya paytextê Awûsturyayê li gel Berpirsyarê Derveyî Welêt yê PDKÎ yê Ebdulla Qadirîzade û Dr.Fazil Resûl ê ji başûrê Kurdistanê, ji alîyê îstîxbarata Îranê ve di otelê de hatin qetilkirin.

Dr. Abdurahman Qasimlo û hevalên xwe gava civîna goftûgoyan ya bi dîplomatên Dewleta Îranê re lidardixistin, ji alîyê sîxurên Dewleta Îranê ve tûşî vê komployê bûn.

Mixabin, Dewleta Awûstûryayê, di derbarê qesas û plangerên vê qetlîamê de tu doz venekirîye.

Dr. Abdurahman Qasimlo, sîyasetmedar, rewşenbîr û dîplomatekî welatperwer bû.

Dr. Abdurahman Qasimlo herweha pêşmerge û rêberekî bi tecrube û hêja bû ku, ne bes ji kîsê PDKÎyê, lê belê ji kîsê hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê çû.

Dewleta Îranê berîya qetil kirina Qazî Muhammed, Dr. Abdurahman Qasimlo û Dr.Sadiq Şerefkendî jî, piştî wan jî gelek caran bi rêyên komplo û kuştinan xwestîye têkoşîna azadîya gelê me ya li Rojhilatê Kurdistanê bifetisîne. Lê belê tu komplo û qetlîaman nikaribûye rê li ber têkoşîna azadîya gelê me bigire.

Ew ala ku Pêşewa Qazî Muhammed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kiribû îro jî li rojhilatê Kurdistanê di destê pêşmergeyên qehreman de liba dibe. Ala Kurdistanê li hemû perçeyên Kurdistanê ji bo azadî û serxwebûnê tê hildan.

Dr. Abdurahman Qasimlo û hemû şehîdên Kurdistanê, di têkoşîna hemû şervanên qehreman û kedkarên doza azadîyê de dijîn.

Di 33yemîn salvegera şehadeta wan de em Dr. Abdurahman Qasimlo û hevalên wî bi rêzdarî bibîr tînin û bi vê minasebetê careke din jî em Dewleta Îranê rûreş dikin.”

HAKPAR: Hikumeta Awûstûryayê hesasiyeta pêwîst a li hemberî vê kiryara terorîstî ya li paytexta wê pêk hat, nîşan neda.

Partîya Maf û Azadiyan (HAKPAR) jî diyar kir ku Hikûmeta Awustûryayê hesasiyet a pêwîst nîşanî qetilkitina Dr. Qasimlo nedaye.

Peyama bîranina HAKPARê ji bo Dr. Qasimlo wiha ye:

“Dr. Abdurahman Qasimlo di salvegera 33. wefata wî de bi rêzdarî bi bîr tînin.

Dr. Abdurrahman Qasimlo  di Sala 1930 li Urmiyê ji dayîk bûye. Qasimlo yek ji aktorên herî girîng ên tevgera Kurd li Îranê bû.

Jiyana xwe terxan kir ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd. Qasimlo di sala 1973an de ji bo serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hate hilbijartin.

Dr. Qasimlo di 13ê Tîrmeha 1989an de li Viyanayê ji aliyê ajanên rejîma melayên paşverû ya Îranê ve hat qetilkirin.

Lîderê KDPI Qasimlo ku li Îranê bi dirûşemeya otonomiyê ji bo Kurdistanê têdikoşe, ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêkê û danûstendina bi rejîma Îranê re ketiye nav hewldanên mezin.

Dîsa di 13ê Tîrmeha 1989an de li cihê civînê ku çûbû danûstandina bi hevalên xwe Abdullah Qadirî û Fazil Resûl re ji aliyê ajanên rejîma Îranê ve ket kemînê û hate qetilkirin.

Ev kiryara terorê li Viyanayê, li naverasta Ewropayê pêk hat. Hikumeta Awûstûryayê hesasiyeta pêwîst a li hemberî vê kiryara terorîstî ya li paytexta wê pêk hat, nîşan neda. Bûyer bi temamî nehate ronîkirin, berpirsyar nehatin darizandin ne jî hatin cezakirin.

Hikûmeta Awûstûryayê, ku têkiliyên xwe yên bi Îranê re li ber çavan girt, çavê xwe ji nixumandina kuştina bi xwîn a Rêberê Gelê Kurd ê hêja û kadroyên hêja YÊN PDKI re girt.

Qasimlo di 20ê Tîrmehê de li Goristana Pere Lachaise ya Şehîdên Şoreşê yên Parîsê hat veşartin .

Em weke Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR di 33. salvegera vê kuştina kirêt de em careke din rejîma îranê ya kevnbuyi, terorîst a şikestî şermezar dikin û Qasimlo û hevalên wî bi rêzdarî bibîr tînin.

Platforma Ciwanên KurdZanîn û tekoşîna Dr. Qasimlo têra xwe rejîma Iranê ditirsand

Platforma Ciwanên Kurd jî di nameyekê de got: Qetilkirina Sekreterê Giştî yê PDK- I Dr. Abdurrahman Qasimlo di 13.07.1989an de li Viyanayê ji aliyê ajanên Iranê ve hate kuştin.

Dr. Qasimlo pirsgirêka Kurdistanê bi riya diyalogê dixwest çareser bibe. Ji bo vê sedemê, wî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê bi rejîma Iranî re li Viyanayê maseya muzakereyê danîbû. Lê dewleta Iranê kemîn danîbû ku pirsgirêk bê çareserî bihêle û ji bo Kurdan siyasetmedarekî girîng Qasimlo ji holê rabike. Di encama vê kemînê de, Dr. Qasimlo û hevalên wî hatin qetil kirin.

Di nava qatilên Qasimlo de Ehmedînijad jî hebû, ku demek serokatiya Iranê kiribû. Her çiqas kiryarên kuştinê dihatin zanîn jî, mixabin dewleta Avusturyayê li dijî kujeran tu doz venekir. Lê zû an dereng dewleta Iranê dê hesabê vê cînayetê bide.

Dr. Qasimlo siyasetmedarek têkoşer û rewşenbîr bû. Qasimlo, şeş zimanên biyanî dizanibû û li ser Kurdan lêkolînên zanistî jî dikir. Ew amade bû ji bo doza Kurdistanê û demokrasiyê bihayek mezin bide. Di heman demê de ji bo avakirina yekîtiya neteweyî ya li Rojhilata Kurdistanê de wî peywirên girîng girt.

Zanîn û tekoşîna Dr. Qasimlo têra xwe  rejîma Iranê tirsandin. Loma jî wan bêbextî Qasimlo kuştin. Bê guman, qetilkirina şehîd Qasimlo ji bo Kurdan windahiyek mezin e. Lêbelê, partiya wî û Pêşmergeyên wî li ser şopa Qasimlo bê navber têkoşîna xwe didomînin. Qasimlo ji bo ciwanan li her çar perçeyên Kurdistanê mînake.

Di 33. salvegera şehadeta wan de, em Dr. Qasimlo û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bibîrtînin. Em rejîma Iranê şermezar dikin. Dr. Qasimlo dê her dem riya ciwanên Kurd ronî bike.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin