Partiya Çep a Kesek beyanameya xwe ya hilbijartinan belav kir
.
Partiya Çep a Kesek (YSP) ku berbijêrên HDPê dê roja 14ê Gulanê di bin nav û logoya vê partiyê de bikevin helbijartinan karnameya xwe ya ji bo helbijartinan eşkere kir, di karnameyê de bi berfirehî behsa başkirina rewşa demokrasiyê û avakirina komareke demokratîk tê kirin. Partiya Çep a Kesk di heman demê de daxwaz dike ku careke din li Tirkiyê sistema parlementeriyeke bi hêz hebe, yek ji karên vê partiyê jî dê zêde kirina hejmara mamostayên dersa Kurdî be.
Berbijêrên HDPê dê di helbijartinên 14ê Gulanê de li ser navê Partiya Çep a Kesk bikevin helbijartinan, vê partiyê ji bo helbijartinan yekem karnameya xwe ji raya giştî re aşkere kir, di karnemaya Partiya Çep a Kesk de behsa demokrasî, maf û azadiyan, mafê jinan mafê xwendina bi zimanê zikmakî û başkirina sîstema dadweriyê tê kirin.
Endamê Desteya Rêveber ya Partiya Çep a Kesk Cahît Kirkazak dibêje: “Hemû raya giştî dizane ku tifaqa Erdogan û MHPê êrîşî siyaseta Kurdan û HDPê kiriye, roja ewil me gotiye em HDPê û perspektifa HDPê nadin girtinê. Em îro gehiştin encameke sekevtî û em îro yekem gavê diavêjin. Em kelecan in ku em dê roja 14ê Gulanê AKP, MHP û Erdogan têk bibin.”
Partiya Çep a Kesk di karnameya xwe de daxwaza vegera sîstema parlementerieyek bihêz dike heman demê yek ji daxwazên vê partiyê ew e ku zimanê Romanan jî weke dersên helbijartî li dibistana mafê xwendinê hebe.
Parlementerê HDPê Hasan Ozguneş jî got: “Gelê zêdetirî 20 sal in gellek êş û azar ji destê vê hikumetê û hevkarên wê ditiye. Loma hêrsa gelê me zêde bûye, ez bawerim dê ji hemû deman zêdetir yeketî hebe û bi hejmareke zêde ya parlementeran em dê biçin parlementoyê.”
Di derbarê pirsa Kurdî de Partiya Çep a Kesk tenê behsa berfirehkirina xwendina Kurdî û zêdekirina hejmara mamostayên dersa Kurdî dike, siyasetmedarên Kurd jî di vê baweriyê de ne ku bername dikare gellek kêşeyan çareser bike.
Parlementerê HDPê Îmam Taşçier jî got: “Partiya Çep a Kesk jî heman HDP ye, wate kadro û xebatkar û endam hemû yên HDPê ne û wê xebatên me weke HDP berdewam be.”
Partiya Çep a Kesk dê karekî berfireh ji bo vê yekî jî bike ku dengdêrên HDPê nav û logoya vê baş nas bikin û roja 14ê meha Gulanê dengê xwe bidin vê partiyê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin