Partiya Însan û Azadî piştî 7 salan hat damezrandin

Partiya Însan û Azadî piştî 7 salan hat damezrandin

.

A+A-

Partiya Hêviya Gel a ku di 3ê Tebaxa 2023an de hatibû avakirin, piştî 5 salan, bi guhertina navê xwe partîbûna wê ji aliyê dadgeha Tirkiyeyê ve hate pesendkirin.

Partiyê, di 1. Kongreya xwe ya Asayî ya di 7ê Çileyê de pêk anî de Navê xwe kir Partîya Însan û Azadiyê (PİA.

Partiya Hêviya Gel, di 7'ê Çileyê de li Kizilaya paytexta Tirkiye Enqereyê 1. Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Gelek siyasetmedar, nivîskar û aktîvîst beşdarî kongreyê bûn. Serokê berê yê PIA û parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Mehmet Kamaç û Ahmet Kaya ku ji HDP-PIAyê wek Hevşaredarê Erxenê hatibû hilbijartin jî amade bûn. Di kongreyê de Davut Guler û Ahmet Kaya ji bo Hevserokên PIAyê hatin hilbijartin.

Tê gotin ku wê PİA xîtabî Kurdên muxafazakar bike.

Çîroka avanebûna PIAyê

Damezrênerên Partiya Însan û Azadiyê di 5ê Gulana 2018an de ji bo ragihandina fermî ya avabûnaa xwe serî li Wezaret Navxweyî ya Tirkiyeyê da û belgeyên damezrandina partiyê radestî wezaretê kir. Piştî ku xebatkarên wezaretê got ku divê belge bi postayê ji bo wan bêne şandin û endamên partiyê, di 10ê Gulana 2018an de bi rêya postayê belgeyan ji wezaretê re şandin. Piştî ku ev nêzî 2 sal in belgeya meqbûzê ji partiyan re nehat dayîn, endamên partiyê di 3'ê Nîsana 2020'an de bi rêya Noterya 5'emîn a Wanê hişyarî ji wezaretê re şandin. Wezaretê di hişyarnameya 13’ê Nîsana 2020’an de diyar kir ku ev belge bi rêya postayê hatine şandin û ev şêwe şandin li dijî xala 8an a qanûna partiyên siyasî ye û ji ber wê jî belgeyên damezrandina partiyê nehatine şopandin. Li ser vê yekê, di 1ê Pûşpera 2020an de, rayedarên PIAyê li ser ekrana Midûriyeta Giştî ya Têkiliyên bi Civaka Sivîl re, di derbarê avakirina partiyê de, bi rêya e-hikûmetê daxwaza jivanê kirin, lê ev daxwaz jî nehat bersivandin. Vê carê jî endamên partiyê bi rêya Noterya 5'emîn a Wanê hişyarî ji wezaretê re şandin û ji bo ku agahî û belgeyên pêwîst ên ji bo avakirina partiyê bi destan bên radestkirin, jivan xwestin. Lê belê wezaretê bersiveke erênî neda daxwaza civanê. Damezrînerên PIA'yê yên ku di vê pêvajoyê de gelek caran çûn Enqereyê û xwestin bi rayedarên eleqedar re hevdîtinê bikin, daketina wan a Wezareta Hundir hate astengkirin. Gelek caran ji endamên partiyê re hate gotin ku karbidest ji ber derketina koronavirusê ne li wezaretê ne. 

Rayedarên partiyê yên ku di 2021an de ji ber ku nekarîn partiya xwe ava bikin li dijî Dadgeha Îdarî doz vekirin û çareya xwe ya dawî di avakirina partiyeke bi navekî din û guhertina nav de dîtin.

Li gorî Kamaç ku pêvajoya rêxistinbûn û “neavakirina” partiyê vedibêje; Ji kurdên muhafazakar tê xwestin ku dengê xwe bidin Partiya Dewa an jî Partiya Pêşerojê ya ku par hat avakirin, ji ber ku hikûmet bi bijardeyên siyasî yên dewletparêz û azadîxwaz ên yekem re li ser mijara opozîsyonê razî ye û "dema ku mijar tê ser kurdan, opozîsyon û hikûmet bibe yek."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin