Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Li Amed, Mêrdîn, Batman, Wan û Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bibîranî
.
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Li Amed, Mêrdîn, Batman, Wan û Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bibîranî
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 16ê Adara 2024ê li Mêrdîn, Batman, Wan û Stenbolê Jenosîda Helebçeyê bibîranî.Di hemû van çalakîyan de di destêpêkê de beşdaran, ji bo şehîdên Helebçeyê û hemû şehîdên Kurdistanê deqîqeyekê rêz girtin.
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li Nûneratîya Stenbolê ya PWKyê , roja 16ê Adara 2024ê bi semînerekê Jenosîda Helebçeyê bibîranî.
Di destêpêka semînerê de beşdaran, ji bo şehîdên Helebçeyê û hemû şehîdên Kurdistanê deqîqeyekê rêz girtin.
Paşê endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Kasim Ergun di derbarê Jenosîda Helebçeyê de kurte axaftinek kir, paşê Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk di derbarê Jenosîda Helebçeyê de gotarekê pêşkêş kir.
Nûnerê Tevgera Avakirina Demokratî Kurdistan a Sûrîye Mustafa Evdo jî di derbarê jenosîda Helebçeyê de axaftinek kir.
Seydayê kurd Abdulmecîd Kapazan jî di di derbarê jenosîda Helebçeyê de helbestek xwend.
Li gel rêvebir û endamên PWKyê sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd jî beşdarî vê çalakîyê bûn.
Teşkîlata Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ya Amedê roja 16ê Adara 2024ê di saet 11.00an de, li Amedê, li gereka Ofîsê, li ser Cadeya Gewranê ji bo şehîdên Jenosîda Helebçeyê deqîqeyekê rêz girt.
Paşê li Teşkîlata bajêr a PWKyê civîna çapemenîyê ya PWKyê hate li dar xistin.
Di civîna çapemenîyê de, Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay bi kurmancî, endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Mehmet Alî Yilmaz bi kirdkî-zazakî, di derbarê Jenosîda Helebçeyê de daxuyanîya PWKyê pêşkêş kirin.
Li gel rêvebir û endamên PWKyê, nûnerên HAK-PAR û PSKyê û sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd beşdarî civîna çapemenîyê ya PWKyê bûn.
Teşkîlata Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ya Mêrdînê roja 16ê Adara 2024ê li Qoserê Jenosîda Helebçeyê Bibîranî.
Di destpêkê de, ji bo şehîdên Jenosîda Helebçeyê û hemû şehîdên Kurdistanê, li gel Sirûda Neteweyî Ey Reqîb deqîqeyekê rêz hate girtin.
Paşê di moderatorîya Endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Xidir Ûso, nivîskarê kurd Recep Dildar û Endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê nezîr gelerî dê di derbarê Jenosîda Helebçeyê gotarên xwe pêşkêş kirin.
Li gel rêvebir û endamên PWKyê, nûnerên PDK-Bakur, PDK-S, , Partîya Demokrat a Kurd Li Sûriya (El-Partî), Tevgera Avakirina Demokratî Kurdistanî Sûrya û sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd beşdarî civîna çapemenîyê ya PWKyê bûn.
Teşkîlata Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ya Wanê roja 16ê Adara 2024ê, li teşkîlata PWKyê ya Wanê Jenosîda Helebçeyê Bibîranî. Bîranîn, bi rêzgirtina ji bo şehîdên Jenosîda Helebçeyê destpêbû.
Paşê Nivîskar û Weşangerê Kurd Qahir Bateyî di derbarê Jenosîda Helebçeyê gotara xwe pêşkêş kir. Rêvebirê PWKyê Îsmet Elçî jî daxuyanîya PWKyê ya di derbarê Jenosîda Helebçeyê de xwend.
Li gel rêvebir û endamên PWKyê, Serokê Teşkîlata Wanê ya PSKyê Tayîb Kiizlyildiz û heyeta xwe, nûnerê HEZKURDê yê Wanê Îdrîs Kaval, nivîkar ê Kurd zîya Avci, weşanger Îdrîs Ozkan, rîsipîyê kurd Hecî Eşref û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd beşdarî çalakîya bibîranînê ya PWKyê bûn.
Teşkîlata Batmanê ya PWKyê, li Batmanê (Êlih), roja 16ê Adara 2024ê, di saet 11.00ê de li destpêka Cadeya Gulistanê, ji bo şehîdên Jenosîda Helebçeyê deqîqeyekê rêz girtin.
Serokê Teşkîlata batmanê ya PWKyê Azîz Ozdemîr di derbarê jenosîda helebçeyê de kurte axaftinek kir û paşê endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Hamdusena demîrel di derbarê Jenosîda Helebçeyê de daxuyanîya PWKyê xwend.
Paşê di derbarê jenosîda Helebçeyê de helbestek hate xwendin û beşdarên çalakîyê ji bo şermezar kirina jenosîda Helebçeyê 5 deqîqeyan li ser caddeyê rûniştin.
Li gel endam û rêvebirên PWKyê, namzeda serbixwe ya şaredarîya Batmanê Mûazzez Baktaş jî beşdarî çalakîya bibîranînê bû.
17.03.2024
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin