Partiyên Bakurê Kurdistanê: DEM Partî divê me jî ziyaret bike

Partiyên Bakurê Kurdistanê: DEM Partî divê me jî ziyaret bike

.

A+A-

 Partiyên Bakurê Kurdistanê diyar kir ku ew hevdîtinên şandeya DEM Partiyê yên bi partiyên Tirkiyeyê re erênî dibînin lê divê DEM Partî wan jî ziyaret bike.

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê û Ahmet Turk roja duşemê dê bi gelek partiyên Tirkiyeyê re hevdîtinan bike.

 Baş e ev şandeya DEM Partiyê dê bi partiyên Kurdî yên li Bakurê Kurdistanê re jî hevdîtinan bike yan na?

Partiyên Kurdî yên Bakur, ji Rûdawê re eşkere kir ku heta niha ji DEM Partiyê ji wan daxwaza hevdîtinê nekiriye. Partiyên Bakur dixwazin Kurd wekî eniyekê bi dewleta Tirkiyeyê re danûstandinan bikin.

Hevdîtinên şanda DEM Partiyê piştî serdana Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, roja duşemê jî dê berdewam bike.

Niha di dorê de serdana AK Partî, CHP, Partiya Paşerojê, DEVA, Yenîden Refah û Partiya Saedetê heye ku endamên van hemû partiyan di parlamentoya Tirkiyeyê de hene.

Baş e şandeya DEM Partiyê heta niha ji partiyên Kurd daxwaza hevdîtinê kiriye yan na?

“Divê DEM Partî  me jî ziyaret bike”

Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê (PDK –Tirkiyeyê) Mehmet Emîn Kardaş got:

“DEM Partî wextê ku biçe li Parlamentoyê biaxive û agahdariyê bide birêz Devlet Bahçelî û herhalde duşemê dê here ba wan partiyên din jî, muheqeq gereke bê cem partiyên Kurdî jî.

Em dê hêviyeke wisa bikin bi rastî. Wextê hatin em dê li ser rewşê nîqaşekê, sohbetek bikin. Rast e gereke bên jî.”

Daxwaza hevdîtinê heta niha ji Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê re jî nehatiye. Li gorî HAK-PARê, divê ew jî weke aliyek bêne dîtin.

Rêveberê Navenda Giştî ya HAK-PARê Henîfî Eren jî behsa pêvajoya nû kir û wiha got:

“Heta niha ti randevû ji me nexwestine lê em danûstandinên bi vî awayî xelet nabînin. Naveroka wê jî pir girîng e tabî.

“Em dê daxwazên gelê Kurd ji wan re bînin ziman”

Wextê ku danûstandinê dikin bi çi rengî dikin, ji bo çi dikin, çi dixwazin? Ji bo Kurdan çi dixwazin?

Ev ji bo me girîng e. Dema ku bên ba me em jî dê wekî aliyekî daxwaza gelê Kurd ji wan re jî bibêjin.”

Partiya Welatparêzên Kurdistanê PWK jî di wê baweriyê de ye; divê Kurd eniyeke hevpar ava bikin û wisa bi dewletê re bazarê bikin.

“Divê em eniyekê ava bikin”

Berdevkê PWKyê Henîfî Turan  jî wiha got:

Hemû partiyên Kurd ên Bakurê Kurdistanê gereke em aliyekî, eniyekê ava bikin û li ser maseyê rûnên û li hemberî me jî bila dewleta Tirk hebe û em pê re danûstandinan bikin. “

Em van danûstandinan bikin da ku em dê ji vir û pê de bi çi awayî û bi şiklî bijîn?

Şanda DEM Partiyê, piştî hevdîtinên bi partiyên Tirkiyeyê re dê careke din berê xwe bide Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinan bike. Piştî vê hevdîtinê nexşerêya vê pêvajoyê dibe ku zelaltir bibe. 

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin