Partiyên Bakurê Kurdistanê: Encamên hilbijartinê li xelkê me pîroz bin

Partiyên Bakurê Kurdistanê: Encamên hilbijartinê li xelkê me pîroz bin

.

A+A-

 Partiyên Bakurê Kurdistanê li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê daxuyanî belav kirin û encamên hilbijartinan li xelkê Herêma Kurdistanê pîroz kir.

Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDK- T) Mehmet Emîn Kardaş û Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk li ser encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê daxuyanî belav kirin.

“Hilbijartin bê pirsgirêk bi dawî bû”

Bozyel di daxuyaniya xwe de wiha got:

Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistana Federe ku di 20ê Çiriya Pêşîn a 2024an de hatin kirin, di nav pêgeheke demokratîk û aştiyane de derbas bûn.

Gelê me bi giranî ji bo hilbijartina nûnerên xwe çû ser sindoqan û dengê xwe da. Rêjeya dengdanê li gorî berê zêde bûye.

Hejmartina dengan bêyî pirsgirêkên cidî bi dawî bû.

Em pîrozbahiyê li her kesê ku keda wan di lidarxistina demokratîk û serkeftî ya hilbijartinên parlamentoya Kurdistana Federe de heye dikin.

Em encamên hilbijartinên 20ê Çiriya Pêşîn li hemû partî, kom û parlamenterên bi îradeya azad a gel hatine hilbijartin pîroz dikin û ji wan re serkeftinê dixwazin.”

“Em Serok Barzanî pîroz dikin”

Serokê PDK- Tyê Kardaş jî li ser encamên hilbijartinan daxuyaniyek belav kir û wiha got:

“Em wekî PDK-T (Partiya Demokrata Kurdistanê Tirkiyeyê) serkeftina PDKyê pîroz dikin, gelekî şanaz û kêfxweş bûn.

Serokê PDK birêz Mesûd Barzanî pîroz dikin û di herdem û di her mercanda serkeftîna cenabê we dixwazin. “

“Em hemû aliyan pîroz dikin”

Her wiha Serokê PWKyê jî li ser Mustafa Ozçelîk jî wiha got:

Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di 20ê Çiriya Pêşîn a 2024ê bi beşdariya ji sedî 72yê gelê Herêma Kurdistanê pêk hat.

Cihê kêfxweşiyê ye ku hilbijartin, li gel hinek kêmasiyan jî di atmosfereke aram, demokratîk, şefaf û bêyî tûnd û tûjiyê pêk hatiye.

Ev nîşana wê yekê ye ku li gorî hilbijartinên van salên dawî, gelê Herêma Kurdistanê zêdetir çûne ser sindoqan.

Ev jî ji bo li îradeya xwe xwedîderketina gel, ji bo azadî û demokrasiyê wêneyekî hêvîdar e.

Em gelê Herêma Kurdistanê ji bo lêxwedîderketina îradeya xwe, lêxwedîderketina demokrasî û azadiyê pîroz dikin.

Em Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû partiyên siyasî jî pîroz dikin ku hilbijartineke şefaf, demokratîk û ji tund û tûjiyê dûr pêk anîne.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin