Partiyên di nava ENKS û Rêveberiya Xweser de di mijara yekrêziyê de reşbîn in
.
Piştî saleke zuha û hişk li ser asta pêwendiyên aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, hêviyên başkirina pêwendiyan û pêkanîna yekrêziya siyasî di sala nû de meraqa xelkê ye lê partiyên siyasî ne wek hev li vê mijarê temaşe dikin.
Endamê Polîtburoya Partiya Pêşverû û nûnerê wê yê Başûrê Kurdistanê Elî Şemdîn ji Rûdawê re got derfet li pêş yekrêziyê heye lê nabe tu alî jê werin dûrxistin.
Endamê Polîtburoya Partiya Pêşverû û nûnerê wê yê Başûrê Kurdistanê Elî Şemdîn anî ziman, “Em hêvî dikin ku 2023 tevgera siyasî bikaribe yekdeng û yekrêz be. Ew jî bi rastî heger temaşe bikin derfetek heye niha. Em wek tevgera siyasî divê bi giştî wek dûrxistin li dora maseyekê rûnin.”
Partiyên di nava Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di vê derbarê de reşbîn in û wê bi fişarên navdewletî ve girê didin. Endamê Polîtburoya Partiya Yekîtiya Kurdistanê û endamê nûnertiya ENKS yê Başûrê Kurdistanê Newaf Reşîd ji Rûdawê re ew helwest derbirî.
Endamê Polîtburoya Partiya Yekîtiya Kurdistanê û endamê nûnertiya ENKS yê Başûrê Kurdistanê Newaf Reşîd li ser yekrêziyê got, “Bi vê hevrikiya xurtbûn û lawaziyê nagihêje çareseriyê, ji ber ku ê xurt bihise ku ew jî zirarê dibîne û lawaz jî dibîne ku zirarê dibîne. Heger em bigihên vê astê wê baş be.”
Partiyên di nava Rêveberiya Xweser de hevrikên xwe bi wê yekê tohmetbar dikin ku ew li jêr bandora derveyî ne. Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep û endamê nûnertiya Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê Fethullah Huseynî ji Rûdawê re behsa hokarên derveyî kir.
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep û endamê nûnertiya Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê Fethullah Huseynî anî ziman, “Em nikarin di vê demê de Kurdan bikin yekdeng, ji ber ku diyar e ew partiyên siyasî yên ku wek qadeke opozîsyonê, xwe hev şirîkê siyasî tê de nabînin û diyar e gelek rêkeftinên wan bi Hevpeymaniya Erebî Îslamî hene ji bo dijayetîkirina projeya siyasî ya heyî ku ew jî Rêveberiya Xweser e. Êrîş û gefên Tirkiyê jî nehîşt heta niha helwesteke siyasiya Kurdî ya bihêz hebe li hember dagirkeriya Tirkiyê.”
Di sala 2022an de tu hevdîtin û danûstandin di nav partiyên hevrik ên Rojavayê Kurdistanê de nehatin kirin. Rêkeftin û hev têgihîştinên berî sala 2022an jî nehatin cîbicîkirin.
Nûçe: Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin