
Partiyên Kurdan: Herêma Kurdistanê dibe navendeke girîng a lihevanînê
.
Partiyên Kurdan ên li Bakurê Kurdistanê dibêjin ji bo pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê bi ser bikeve, Herêma Kurdistanê dibe navendeke girîng a lihevanînê.
Rêveberiya Herêma Kurdistanê dikare di navbera dewleta Tirkiyeyê û PKKyê de rêya diyalogê veke.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî 8 salan careke din dengê pêvajoyeke nû ya aştiyê tê bihîstin.
Piştî ku şandeya DEM Partiyê li Îmraliyê bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re axivî, vê carê ji bo bihêzkirina pêvajoya nû berê xwe da Herêma Kurdistanê.
Li gorî partiyên Kurdan ên Bakurê Kurdistanê, Hewlêr dibe yek ji aliyekî girîng ê vê qonaxa aştiyê.
“Serok Barzanî dikare roleke erênî bilîze”
Rêveberê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDK-Tirkiye) Ozan Kardaş got:
“Bi taybetî hûn dizanin Baregeha Barzanî êdî bûye navenda Kurdistanê. Navenda neteweyî ya Kurd.
Çi li Rojavayê Kurdistanê di navbera PYD û ENKSyê de jî bi guftûgoyan dixwaze wan bîne cem hev.
Çûna şandeya DEM Partiyê ya cem cenabê Serok jî vê tiştê dide nîşandan ku Serok Barzanî dikare roleke erênî bilîze.”
Serdana DEM Partiyê ya Başûrê welat li Bakur jî hêviya aştiyê zêde dike.
“Nêçîrvan Barzanî dikare rêya diyalogê veke”
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay jî got:
“Birêz Nêçîrvan Barzanî îro serokê herêmê ye. Dikare di qada navneteweyî de, li dewletên cîhanê li gel aliyan navberkariyê bike û rêya diyalogê veke.
Ew jî divê aliyên şer hebûna wan û desthilatdariya wan qebûl bikin. Bi vî şertî dikare çêbe.
Helbet her Kurdekî dixwaze ev mesele bi rêyên aştiyane bê çareserkirin.”
Li gorî Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) jî ti pêvajo ne pêkan e bêyî rêveberiya Herêma Kurdistanê biçe serî.
“Serok Barzanî çi ji destê wî tê dike”
Rêveberê Navenda HAK-PARê Henîfî Eren jî got:
“Em pê bawer in ku Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî li kû dibe bila bibe, li kû derê dinyayê dibe bila bibe, li kîjan perçeyî dibe bila bibe, ji bo berjewendiyên Kurdan, ji bo ku Kurd mafên xwe bi dest bixin, çi ji destê wan tê hewl didin.
Ji ber vê yekê jî ji bo çûna van partiyan jî wiha bêjim, eger ji tecrûbeyên wan sûdê bibînin û guh bidin pêşniyarên wan dê ji bo berjewendiyên Kurdan baş be.”
Li aliyekî helwesta dewleta Tirkiye, hikûmet û MHPyê û li aliyê din jî hewldanên Ocalan, DEM Partî û rêveberiya Herêma Kurdistanê. Li aliyê din jî bendewariya bi salan a aştiyeke mayînde her berdewam dike.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin