Partiyên Kurdistanî bersiva Ebadî dan!
Bertekên li hember daxuyaniya Abadî ku di behsa şerê li dijî DAIŞê de nav û rola pêşmergeyê neanîbû zimên berdewam in. Frakisyonên Kurdistanî di Perlemantoya Iraqê de ji Abadî xwestin ku lêborînê bixwaze.
Partiyên Kurdistanî yên li Perlemana Iraqê, di daxuyaniyekê de matmayînên xwe li ser vê reftara Ebadî diyar kirin û xwestin ku Abadî lêborînê bixwaze.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Hêzên Pêşmergên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de gellek qurbanî dane û di dema şikestina artêşa Iraqê de li hemberî wê komê di sala 2014an de, Pêşmerge li pêşiya çekdarên DAIŞê rawestandin û rê li ber girtin û nehiştin derbasî navçeyên din bibin."
Her wiha hate gotin ku "Ew reftara Ebadî piştguhkirineke eşkere ye ji qurbaniyên Pêşmergeyê re, ku bi dehan hezar şehîd û birîndar û dîlên wan hene, Pêşmerge bi xwîna xwe rûpela rûmetî û serketinê nivîsandiye, bi hemû karînên xwe li dijî DAIŞê şer kiriye û bingeh û asêgehên wê komê ji holê rakiriye, Pêşmerge ji bo berevaniyê li tevahiya pêkhatên Iraqê bike, bi sedan şehîd û birîndar di meydana cengê de daye."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin