Partiyên Kurdistanî: Divê Mezlûm bi hemû aliyên kurd ên Rojava re bişêwiriya

Partiyên Kurdistanî: Divê Mezlûm bi hemû aliyên kurd ên Rojava re bişêwiriya

.

A+A-

 Karvedanên Rêkeftina navbera Mezlum Ebdî û Ehmed Şera de berdewam in ku partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanî dibêjin, gelek xalên dibin cihê gumanê hene û her çiqas bo pêşîlêgirtina êrîşên ser Rojava gavek erênî be jî bo bidestxistina mafên neteweyî divê bi helwestek yekdeng a neteweyî polîtîka were meşandin.

Piştî ku hat ragihandin navbera Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de rêkeftin 8 xalî hatiye îmzekirin, partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê jî amaje kirin ku ew piştgiriya hemû gavên bo bidestxistina mafên neteweyî yên kurdan dikin û bi erênî pêşwazî dikin. Siyasetmedarên Kurd dibêjin xalên erênî yên rêkeftinê hene lê xalên ku dibin cihê nîqaşê jî hene.

Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî yê PWKê Hanîfî Tûran ji K24ê re got: “Mezlûm Ebdî bêyî ku bi aliyên din ên kurd re bicive çû Şamê ku ev yek kêmasiyek e, ya din jî ew e ku rêkeftinê de behsa statûye bo kurdan nake, ya erênî jî ew e ku bhesa kurdan di makezagonê de cih bigirin tê kirin.”

Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê derbarê rêkeftina HSD û Şamê de tînin zimên ku bo cîbicîkirina rêkeftinê demek hatiye destnîşankirin û di warê cîbicîkirinê de nezelaliyek heye ku divê aliyên kurd hay ji xalên nezelal hebin û dest ji daxwazên mafên neteweyî bernedin.

Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PARê Hanîfî Eren dibêje: “Di rêkeftinê de gelek xalên nediyar hene û her wiha pirsgirêkek jî ew e ku gelek caran kurdan Peyman îmze kirine lê ev peyaman nehatine cîbicîkirin.”

Partiyên Kurdistanî dibêjin niha pê de divê HSD li hemû aliyên Kurdistanî bişewire û bi awayekî yekdeng di pêvajoya nivîsîna makezagona nû de daxwaza mafên neteweyî were kirin.

Kurdistan 24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin