Partiyên Kurdistanî: Divê Pêvajo li ser nasîna mafên neteweyî yên kurdan bimeşe
.
Piştî ku careke din li gel Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hevdîtin dest pê kirin û derbarê hevdîtinê de jî daxuyaniyek ji raya giştî re hat parvekirin partiyên siyasî jî derbarê mijarê de helwestên xwe aşkere kirin. Partiyên kurdistanî dibêjin dibêjin hem divê komkujiyên li kurdan hatine kirin neyên jibîrkirin û hem jî divê encamên pêvajoya borî berçav werin girtin da ku bo kurdan pêşî li pêvajoyek metirsîdar were girtin.
Siyasetmedarên kurd balê dikêşin ku hem aliyekê parlemento wek navnîşana çareseriyê tê nîşandan hem jî ew parlemento zimanê kurdan nas nake.
Cîgirê Serokê Giştî yê PWKê Cano Amedî ji K24ê re got: “Divê hemû hêz û rêxistinên kurdan werin cem hev platformek ava bikin û ev platform hem bi dewletê re hevdîtinan bike û hem jî bi dewletên cîran û peywendîdar re jî hevdîtinan bike, dibêjin parlementoyê de çareserî lê parlemento zimanê kurdan û nasnameya wan nas nake.”
Siyasetmedarên kurd dibêjin divê hevdîtina navbera Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û şandeya DemPartiyê de xalên sereke derbarê mafên neteweyî yên kurdan de bin û bo vê yekê jî pêwîst e ku nêrîn û pêşniyara hemu aliyên pêwendîdar were standin.
Serokê Rêxistina HAKPARê yê Diyarbekir Mustafa Okumuş dibêje: “Berî her tiştî di daxuyaniya wan de behsa statuya kurdan nayê kirin, behsa zimanê kurdan nayê kirin, behsa pêşeroja kurdan nayê kirin, behsa parlemento, Bahçelî û Erdogan tê kirin û hew.”
Partiyên Kurdistanî dibêjin divê di pêvajoyê de partiyên Kurdistanî jî tevlî hevdîtinan bibin û di rojên pêş de partiyên Kurdistanî dê nexşerêyên xwe aşkere bikin û bi daxuyaniyan jî bidin zanîn.
K24
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin