
Partiyên Kurdistanî li ser banga Ocalan û pêvajoyê çi difikirin?
.
Piştî peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan hate eşkerekirin û peyre jî PKKyê agirbest ragihand, di nava partiyên Kurdî bendewariyek çêbû.
Li gorî rayedarên PDK-Tirkiyeyê, ji bo ku pirsgirêka Kurd bi temamî çareser bibe divê dewlet demildest zimanê Kurdî fermî bike, astengiyên li pêşiya xwerêxistinkirinê ji holê rake û hemû mafên Kurdan jî di destûra bingehîn de nas bike.
"Divê dewlet mafên neteweyî yên Kurdan di destûrê de bi cîh bike"
Serokê Giştî yê PDK-Tirkiyeyê Mihemed Emîn Kardaş got:
"Gerek dewlet mafên demokratîk ên Kurdan ên neteweyî, yanî mafên çand, ziman, dîrok, dibistan û perwerdeya bi zimanê Kurdî pêk bîne. Wan mafan divê ku di makezagonê de bi cih bike."
Li gorî Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) jî, êdî dem dema siyaseta demokratîk e û divê dewlet jî li gorî vê rastiya nû gavan biavêje.
"Divê dewlet Kurd û Kurdistanê qebûl bike"
Birêvebirê Navenda Giştî ya PWKyê Mîrza Akar wiha anî ziman got:
"Divê pêvajoyê de gerek dewlet pêşî zimanê Kurdî qebûl bike.
Dido; nasnameya Kurdistanê divê qebûl bike. Sisê; siyaseta Kurdî divê qebûl bike, azad be.
Her wiha ew girtiyên ku ji ber van tiştan hatine girtin wan azad bike.
Kurd û Tirk bi hev re li ser maseyê rûnên û pirsa xwe çareser bikin."
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) jî di wê baweriyê de ku şert û mercên nû dê zorê bide Tirkiyeyê ku gavan bavêje.
Helbet divê Kurd jî bi yekdengî daxwaza mafên xwe bikin.
"Tiştekî ji ber xwe ve çênabe"
Birêvebirê Navenda Giştî ya PSKyê Ehmed Kilîl wiha got:
"Tiştekî ji ber xwe ve çênabe. Helbet bi serhevbûnê û bi berxwedaneke çêker çêdibe.
Ez bawer im biserhevbûn dê zorê bide vê dewletê vê rejîmê.
Wê dewlet gavan bavêje, em di wê baweriyê de ne, di wê qenaetê de ne."
Piştî peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan niha qonaxa çekdanînê dest pê kiriye.
Lê PKK ji bo danîna çekan li bende ye ku dewlet bi awayekî hiqûqî gavên berbiçav bavêje.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin