Pasdaran ala Îranê li ser keştiya Brîtanyayê bilind kir
Kanala televîzyonî ya Îranê vîdyoyeke keştîya Brîtanyayê belav kir.
A+A-
Kanala televîzyonî ya Îranê vîdyoyeyeke keştiya Brîtanyayê belav kir. Di wê vîdyoyeda dihête dîtîn ku Artêşa Pasdarên Îranê ala Brîtanyayê ji ser wê keştiyê daxistine û ala Îranê bilindkirine.
Roja înê Artêşa Pasdarên Îranê li Kendava Hurmuz dest danîbûn ser keştiyeka Brîtanyayê ya neftê. Ew yek jî bibû cihê nerazîbûna Brîtanya û welatên Yekîtiya Ewropayê.
Medyaya Îranê îro vîdyoyeke keştiyê belav kir di wê vîdyoyê da dihête dîtin ku li cihê ala Brîtanyayê ala Îranê hatiye bilindkirin.
Pisporê yasaya navdewletî Profesor Dr. Eymen Selamey ji SkeyNewsê ra aşkere kiriye ew tevgera Îranê ne yasayîye û metirsîdar e û bi tu awayî nayê qebûlkirin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin