Pasdaran li ser sînorê Başûr-Rojhilat 4 kolber birîndar kirin
Pasdarên rejîma Îranê li ser sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de 4 kolber bi êrîşa guleyan birîndar kirin.
A+A-
Hat ragihandin ku şeva borî li herêmên sînor ên parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, leşkerên Îranê êrîşî komek kolber kirin û di encama wê êrîşê de 4 kolber birîndar bûn.
Birîndar ji bo nexweşxaneya Pawe hatin rakirin ku navê sisê ji wan kolberan Ayet Xudadadî, Hîdayet û Namdar in.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin