Pasdarên Îranê dîsa kolberekî kurd kuştin
Kolberekî din ê kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hate kuştin.
A+A-
Îro danê sibê pasdarên Îranê li devera Pîranşarê ya Rojhilatê Kurdistanê û li nêzîkî sînorê Başûr, komeke kolberan dan ber guleyan.
Di encama wê êrişê de kolberekî 19 salî bi navê Hasil Babirdîn hat kuştin.
Hate ragihandin ew ê ku hatiye kuştin xelkê gundê Terkiş ê Pîranşarê bûye.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin