PDK: Kêşeya avakirina kabîneya nû hat çareserkirin
Piştî bi dawîbûna civîna PDK- YNKê berdevkên herdu aliyan di presskonferansekê de axivîn.
A+A-
Îro, civîna şanda PDK û YNKê li Silêmaniyê pêk hat. PDK û YNK avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê gotûbêj kir.
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed aşkere kir herdu hizb bi hikûmê xebata dîrokê dest bi berpirsiyariyê dikin û bo çareseriya hemû pirsan lîjneyên çareserkirina pirsan hatine pêanîn.
Berdevkê fermî yê Partiya Demokrata Kurdistanê Mehmûd Mihemed aşkere kir: “Hemû keşeyên peywendiya wan hene bi hukûmeta nû, serokatiya herêmê û Kerkûkê hatine çareserkirin.”
Herwiha da zanîn ku reşnivisek hatiye amadekirin sibehê wê YNK – PDK danûstendinê liser bikin û eger hat pesendkirin wê di rêûresmeke fermî da rêkeftina PDK- YNKê bêvajokirin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin