PDK liqa 6 ya Ewrupayê bi munasebeta 61emin salvegera yadkirina şoreşa îlonê şevek li dar xist

PDK liqa 6 ya Ewrupayê bi munasebeta 61emin salvegera yadkirina şoreşa îlonê şevek li dar xist

.

A+A-

Şev bi axeftina berpirsyarê liqa 6 Enwer Mesifi destpêkir.


Ji her çar perçeyên Kurdistanê gelek siyasetmedar, rewşenbir û niviskarên Kurdistanî beşdarî vê ahengê bûn.


Ji alî organizasyon û pêşwazî şeveka serkeftî bû. Bi xelat dayina pêşmergên berê, bi axeftin û çoşa salonê şeveka hêjayî ditinê bû. 


Wek PAK-Almanya em ji beşdarî vê ahengê bûn.


Ji sedema pir bûyina mivanan mesajên beşdarên şevê nehat xwendinin. Tenê navê parti, dezgeh, sazî û komelan hat xwendin. Mesaja ku me radestî wan kir ev e:

“Ji liqa 6 re
Rêzdar rêvebir û endamên, Partî Demokratî Kurdistan liqa 6 ya Ewrupayê. 


Spas ji bo vexwandina we ya 61emin salvegera şoreşa îlonê.


Li ser navê endam, aligir û rêvebirya  PAK-Almanya silav û rêz.


Li Kurdostanê gelek rojên giring hene. Şoreşa Îlonê yek ji van e. Gelên li Kurdistanê dijîn li hemberî dagirkeriyê tekoşînên bê hempa meşandine.


Di tarixa me ya nêz de serok Mele Mistefa Barzanî, Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyid Riza , Pêşewa Qazî Mihemed e serkêşîya vê tekoşinê kirine. Bi saya tekoşîn, berxwedan û keda wan agirê azadîyê li her tim gur bûye.
Îro heger Ala Kurdistanê li ser parlementoya Kurdistanê li ba dibe bi saya van pêşengên Kurdistanê ye.
Dibê em ji bir nekin vê gavê ji her demî bêtir qedera her çar perçeyên Kurdistanê bi hev girêdayî ye. Yê dewletên dagirker ditirsine jî ev e. Ji bo vê yekê ji di serî de Dewleta Tirkiyê, iran û dewletên din
Îşxal, zilm û qetlîamên xwe didomînin.


Îro bê ku em tedaxulî karê hev î hundirin bikin pêwistaya me bi hevkarî û yekrêziyê heye.
Istiqrar û serkeftina başûrê Kurdistanê serkeftina her çar perçeyên Kurdiistanê ye.
Wek PAK em bi vê yekê serbilind in.


Bûyerên li iraqê dest nişan kir ku girava istiqrar, aramî pêkve jiyanê Başurê Kurdistanê ye. PAK ji vê yekrêzîyê û rewşê sud digre.


Em di 61emîn salvegera şoreşa îlonê de rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî û hemû şehidên Kurdistanê bi giramî bibîrtînin.


Biji yekitiya kurda
Biji Kurdistan


Kesên ku me di şevê de wan dit û sohbet kir ev bûn: Mehmet Tanriverdî, Ali Yalin, Bayram Ayaz, Ziwer Aslan,, Fetah Timar, Heval Îsa, Kasim Aras.

PAK-Almanya

siyasetmedar-u-rewsenbir-henifi-turan-behsa-pira-malabade-dike.png

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin