PDK piştî 8 salan bi Ala Kurdistanê vegeriya Xurmatûyê

PDK piştî 8 salan bi Ala Kurdistanê vegeriya Xurmatûyê

.

A+A-

 Piştî 16ê Cotmeha 2017an yekem car Navenda Baskê 25 ê PDKê ji nû ve li Duz Xurmatû hate vekirin û û Ala Kurdistanê li ser hat bilind kirin.

Bi amadebûna endamê polîtburoya PDKê û berpirsê mekteba rêxistina parêzgeha Kerkûk – Germiyanê Hîwa Ehmed Mistefa û cîgirê berpirsê mekteba rêxistinê Dr. Mihemed Xurşîd û hejmarek berçav ji berpirs û girseya ser bi PDKê ve, îro 23yê Sibatê careke din binkeya lijneya navçeya Xurmatû hat vekirin û Ala Kurdistan û PDKê li ser hat bilind kirin.

Hêjayî gotinê ye, piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an hemû binkeyên PDKê ketin bin êrîşê û ji aliyê çekdarên Heşdî Şeibî û hin xelkên din ve hatin talan kirin. Navçeya Xurmatû jî yek ji wan deveran bû ku binkeya PDKê ya deverê ket ber wê pêla êrîşan. PDK piştî 8 salan îro ji nû ve vegeriya Xurmatûyê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin