PDK-S yê Li Teşkîlata Mêrdînê ye PWKyê Komcivînek  Li Dar Xist

PDK-S yê Li Teşkîlata Mêrdînê ye PWKyê Komcivînek  Li Dar Xist

.

A+A-

Partîya Demokrat a Kurdistan a Sûrîyê (PDK-S) roja yekşemê, 24/12/2023yê  li Qoserê,  Teşkîlata Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ya Merdînê komcivînek li dar xist.

Li gel rêvebir û endamên  PDK-Syê yên li Mêrdîn û Ruhayê, endamên  PWKyê beşdarî komcivînê bûn.

Berpirsê PDK-Syê yê Bakurê Kurdistanê Turkîyê Muslum MIHEMED  peşwazîya  beşdaran kir û semînerek da.

Muslum Mihemed di derbarê rewşa rojhilata nêzîk û rojhilata navîn û  di derbarê her çar perçeyên Kurdistanê de pêvajoya heyî  nîrxand û di derheqê paşerojê de nerîn û pêşbînîyên xwe anî zimên.

Zêdetir rewşa Sûrîyeyê û Rojavayê Kurdistanê, sîyaseta partî  û rexistinan nîrxand û bîr û rayên partîya xwe anî zimên.

Endamê  Meclîsa PWKyê Nezîr  Gelerî jî bixêrhatina mêvanan kir . 


Nezîr  Gelerî di axaftina xwe de pewîstîya  hemahengî    û hevkarîya partî  û rêxistinên Kurdistanî dest nîşan kir. 
Di bêşê duyem a komcivînê de Muslum Mihemmed  pirsên beşdaran bersîvand û komcivîn bi awakî germ û bi serkeftî qedîya.


Rûpela Nû/ Mêrdîn

5-245.jpg4-325.jpg3-413.jpg2-449.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin