PDK-Sê li Qoserê salvegera 19. ya Şehadeta Şêx Maxşûp Xeznewî çalakîyek li dar xist
.
A+A-
Partîya Demokrat a Kurdistanê a Surî (PDK-S) şaxa Merdînê li Qoserê salvegera 19. Şehadeta Şêx Maxşûp Xeznewî ji bo bibîranîna wî çalakîyek li darxistin.
Revebirê PWK ê şaxa Merdînê beşdarî çalakîyê bûn. Şêx Maxşûp Xeznewî, 10 ê Gulanê 2005 de ji terefê rejîma Baasa Surî ve hatibû binçavkirin.
Şêx Maxşûp Xeznewî ji teref rejîma hovane hatibû eşkencekirin û 1 ê Pûşperê (Hezîran) 2005 de hatibû şehîdkirin.
Rêvebirê PDK-S ê di derbarê Şêx Maxşûp Xeznewî de kurte axaftinek kir û belavokek xwend. Dûvre bi dîmen û axaftina Şêx Maxşûp Xeznewî, vîdeoyek pêşwazî kirin.
Beşdarvanan di derbarê şehîdên Doza Azadîya Kurdistanê de axaftin kirin. Çalakî bi awakî eleqe û germ pêk hat.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin