PDK û YNK pêkanîna lîsteya Kurdistanî guftûgo dikin
Saziyên helbijartina PDKê û YNKê dicivin û guftûgo li ser yek lîsteyiya partiyên Kurdistanê dikin.
A+A-
Biryare îro 19.09.2019ê berpirsê saziya helbijartinên PDKê Xesrew Gorran û berpirsê saziya helbijartinên YNKê Rizgar Elî bicivin.
Li gor zanyariyên berdest, civîn bo guftûgoya derbarê pêkanîna yek lîsteyiya aliyên siyasî yên Kurdistanê bo beşdarbûna li helbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûk, Nînowa, Diyala û Selahedînê dikin.
PDK û YNK li gel wê yekê de ne kurd bi yek lîsteyê beşdarî li helbijartinan bike û ji bo wê jî gelek guftûgo di navbera PDKê û aliyên siyasî yên Kurdistanê de pêkhatin û ji bo rêkeftinê li yek nêzîkbûne.
BASNEWS
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin