PDK û YNKê daxuyanîyeke hevbeş belav kirin

PDK û YNKê daxuyanîyeke hevbeş belav kirin

Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtîya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) piştî civîna her du alîyan, daxuyanîyeke hevbeş ragihandin.

A+A-

Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtîya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) piştî civîna her du alîyan, daxuyanîyeke hevbeş ragihandin.

Daxuyanîya hevbeş a PDK û YNKê bi vî awayî ye:

Roja sêşemê 11ê Tebaxa 2020an, şanda taybet a gotûbêjê ya Yekîtîya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarê Dukanê civîyan û çend mijarên li ser peywendîyên her du alîyan axivîn û gotûbêj kirin û biryarên pêwîst dan.

Yekem: Her du alîyan li hev kirin ku naveroka rêkeftina sîyasî ya PDK û YNKê were cîbicîkirin ku di 4ê Adara 2019an de hatibû îmzekirin û ji hemû alîyan ve bi giştî û bi taybetî di mijara parlemento û hikûmetê de, bi awayekî ku alîkarê hikûmet û sazîyên wê bibin, ji bo serkeftina bi ser rewşa tedirustîyê de ku vîrûsa koronayê derxistîye holê û herwiha di barê aborî û debara welatîyan û başkirina wan de.

Duyem: Her du alîyan li hev kirin ku piştevanîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin ji bo hikumranîya li seranserê Kurdistanê, ji bo vê jî rêkeftina îdarî ya navbera her du alîyan were cîbicîkirin û herwiha li her cihekî ku kêşeyek derkeve holê, bi hevfêmkirin û alîkarîya navbera her du alîyan bi liberçavgirtina alîyên beşdar ên din li hikûmetê, çareserî were dîtin.

Sêyem: Ragihandina her du alîyan xwe dûr bikin ji şêwaza nivîsandin û belavkirina alozî û têkdana ji hemû cure kanalên ragihandinê.

Çarem: Her du alîyan li hev kirin ku ji bo cîbicîkirina benda A ya di xala 6em a rêkeftina sîyasî ya her du alîyan de, lez bikin. Ji bo vê mebestê jî, lijneya taybet û pispor ji her du alîyan were pêk anîn, da ku alîkarîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û zêdetir xizmetkirina welatîyên Herêma Kurdistanê bike.

Pêncem:Derbarê yasa hilbijartinê û hilbijartinên pêşwext ên Parlementoya Iraqê de, her du alîyan li hev kirin ku heman helwestê nîşan bidin, ku dezgehên hilbijartinê yên Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtîya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi hevbeşî û bi şêwr, li gel tîmên her du alîyan ên li hikûmet û Parlementoya Iraqê, li ser vê mijarê bixebitin û pêşnîyazên guncaw bidin polîtburoyên her du alîyan.

Şeşem:Ji bo ku em ji demê sûd werbigrin û biryaran bilez cîbicî bikin, biryar hat dayîn ku civîna berfireh a her du polîtburoyan, di demeke nêz de li Serokatîya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê were kirin.

Yekîtîya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)

Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin