Pedersen ji Îranê re: Divê em xitimandina Komîteya Destûrê ya Sûriyeyê bişkînin

Pedersen ji Îranê re: Divê em xitimandina Komîteya Destûrê ya Sûriyeyê bişkînin

.

A+A-

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen got, divê xitimandina di Komîteya Destûrê ya Sûriyê bê şikandin û ji bo aştiyek berfireh li welatî pêk were, divê bawerî bê avakirin.

Pedersen li tora civakî “X” belav kir, wî duhî 3ê Îlonê bi Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê Elî Esker Xacî re, li ser komek dosyayan, ku Sûriye û Filistîn jî di nav de ne, guftûgoyên “binirx” kirine.

Pedersen tekezî li ser wê yekê kir, “Divê em xitimandina ku di Komîteya Destûrê ya Sûriyeyê de heye bişikînin, gav bi gav pêbaweriyê ava bikin û li gorî biryara 2254 a Encûmena Ewlekariyê li çareseriyan bigerin, da ku aştiyek berfireh pêk were.”

Ji aliyê xwe ve ajansa “Mehr” a Îranî got, “Xacî ligel Pedersen pêşhatên dawî yên siyasî, aborî û meydanî li Sûriyeyê gotûbêj kirin, bi taybetî mijarên girêdayî şerê terorê û şerê Îsraîlê li ser Xezzeyê û êrişên wê li ser Sûriyeyê.”

Li gorî ajansa îranî, her du aliyan behsa kirîza mirovî li Sûriyeyê û pêwîstiya berdewamiya proseya siyasî ya li wî welatî kirin.

Îran wek piştevanê rêjîma Sûriyeyê li ser asta leşkerî û siyasî tê dîtin û pêştir jî ligel rêjîmê, daxwaza pêkanîna civînên Komîteya Destûrî li Bexdayê kiribûn.

Di dawiya 2018an de li Kongreya Gotûbêja Niştimanî ya Sûriyê li bajarê Sochî ya Rûsyayê, li ser pêkanîna Komîta Destûrê hat lihevkirin û yekem civîna wê komîteyê roja 30î Cotmeha 2019an kirin.

Komîteya Destûrê ji 150 kesî ji aliyên rêjîm, opozîsyon û civaka sivîl pêk tê. Piştre komîta biçûk ji 45 kesan, jê hate hat avakirin ji bo destûrekê amade bikin ku di dawiyê de dengdan li ser were kirin.

Komîteya Destûrê ya Sûriyeyê meha Hezîrana 2022an karê gera heftemîn li Cenêvê bi dawî anîbû, bêyî ku bigihe encamekê û bêyî kongireya dawî lidar bixe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin