Pêdiviyên 3 lîwayên Pêşmerge têne dabînkirin

Pêdiviyên 3 lîwayên Pêşmerge têne dabînkirin

.

A+A-

 Sererkanê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr îro 17ê Hezîranê serdana baregeh û sengerên lîwayên 2-6 û 11 yên piyade û fewceke lîwaya 23 ya piyade kir.

Wezareta Pêşmerge ragihand, Sererkanê Wezareta Pêşmerge, serdana senger û baregehên hêza Pêşmerge kir û bi fermandar, efser û Pêşmergeyan re li ser pêdivîyên îdarî yên hêza Pêşmergeyan li sînorê erk û berpirsyarîyên lîwayan axivî.

Ferîq Rukin Îsa Uzêr, di serdanê de soz da ku ji bo baştir birêveçûna karên hêza Pêşmergeyan wê kar li ser hemû hewcedariyên wan bê kirin.

Sererkanê Wezareta Pêşmerge piştî dîtina rewşa wan her sê lîwayan, soz da ku di demeke nêzîk hemû pêdiviyên wan bên dabînkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin