Pêkhatên Kurdistanê bi temamî piştgirîya referandûmê dikin
Henna dı daxuyanîya xwe de bangî gelê Kurdistanê kirîye ku di referandûmê de herin ser sandiqan û dengê 'erê' bidin..
A+A-
Newzad Pols Henna li ser navê Tora Pêkhateyên Kurdistanê daxuyanîyeka nivîskî daye û gotiye hemû pêkhateyên Kurdistanê bi temamî piştgirîya referandûmê dikin.
Di daxuyanîyê de hatîye destnîşankirin; Hemû grûbên etnikî, olî û mezhebî ji bo hebûna Kurdistanê micadele kirine û xwîne xwe rijandine. Îro jî Êzîdî, Xristîyan, Zerdeştî, Kakeyî, Cuhî, Mendelî û Tirkmen hemû pêkhateyên Kurdistanê ji bo serkeftina referandûma serxwebûnê piştgirîya Seroktîya Kurdistanê û alîyên sîyasî dikin.
Herweha wî di daxuyanîya xwe de bangî gelê Kurdistanê kirîye ku di referandûmê de herin ser sandiqan û dengê 'erê' bidin..
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin