Pelȇn darȇ diweşihin; Mele alȋ twana
Nuri Aldur
Mele Alȋ di salmezinȋya xwe de, mȋna penaberekȋ, hata Awrȗpa/Swȇd. Bi gotinekedin ew ser şȇstȋrebȗ ku mecbȗr ma ku cȋh ȗ warȇn xwe/ welat ȇ xwe terkbike ȗ li xerȋbȋyȇ jȋyaneke bi gelek awayan ji sifirȇ destpȇ bike. Helbet bere dijminȇn Mele Alȋ, dijminȇn gelȇ wȋ şerm bikin, kurd dijminan rȗreş bikin. Lȇ divȇt em kurd jȋ, politȋka me yȋ kurdȋ jȋ hȗr hȗr bi hizirin ku çima Mele Alȋ ȗ bi hezaran yȇn mȋna wȋ di nȇzȋkȇ dawȋya jȋyana xwe de koçber dibin ȗ rastȋ gelek ȇş, derd ȗ kulan dibin. Bere sȋyasetmedarȇn gelȇ Mele Alȋ jȋ, xwe rexne bikin ȗ şerm bikin ku ewan nikarin alternatȋvȇn çareserȋya gelȇ xwe bibȋnin/peyda bikin.
Her çiqas kurdȇn bajȇr(Sala) ew bi navȇ Mele Alȋ bang dikirin jȋ, min ȗ çend hevalȇn din ew mȋna mamoste dizanȋn ȗ me ew bi navȇ mamoste binav dikir.Çima mamoste ? Ji ber ku ew xwedȋ gelek tecrȗbe ȗ zanyarȋ bȗ. Mamoste Mele Alȋ agadarȋyȇn xwe yȋ politȋka, kultur(ziman, xwendin ȗ nivȋsandin) zȋraet, ticaret ȗ sohbetan pirbȗn. Merov ji sohbetȇn mamoste tȇr nedibȗ; ew devilken, kȇm axaftȋ, di gotinȇn xwe yȋ di cȋh ȗ demȇn xwe de pisporbȗ.
Mamoste ji başȗrȋ Kurdistanbȗ, wȋ gelek salan xebata sȋyasȋ di nav partȋyȇn çep yȇn iraqȋ/kurdȋ de kiribȗ. Lȇ wek em hemȋ dizanin ku piştȋ tȇkçȗna sȋstema Sovyetȇ, gelek ji van kurdȇn me vegerihana nav qada netewetȋya kurd ȗ Kurdistan. Mamosteyȇ me jȋ, di dema penabertȋ ya xwe de dest bi kar ȗ xebatȇn kurdȋ yȇn çand ȗ kutura gelȇ xwe kir ȗ ew bi ser jȋ ket. Wȋ ȋmza xwe li ser çend pirtȗkan danȋ ȗ di dema ku ji nav me koçkir, berhemne wȋ yȇn nȗ hebȗn lȇ ”mala te bişewitȇ mirinȇ” firsat neda wȋ ku van berheman çap bike ȗ bighȇnȇ xwendevanȇn xwe yȋ kurd. Her careke ku wȋ pirtȗkek amadedikir, yek ji van pirtȗkan jȋ mȋna hedȋye didamin. Min jȇre di got ”ȇ mamoste ez soranȋ nizanim bixwȇnim…”. Ȗ wȋ hingȋ bersivamin weha dida: ”…ewe ne giringe, ya giring ewe ku ev berhem li ba min bi qȋmete ȗ nabȇt ku ez kekȇ Nuri jȇ bȇpar bihȇlim…”.
Wa dȋyara ku ew kesȇn xwedȋ bawerȋ ȗ ronakbȋr di zor ȗ zahmetȋyan de jȋ bin, her dem li çareserȋyȇn hem ferdȋ ȗ hemjȋ gelerȋ digerihin anjȋ bi gotinekedin ewan ji xwe re plan ȗ meşgȗlȋyetan peyda dikin. Mamoste yȇ me, ji xeynȋ xebatȇn kulturȋ, xwe bi hinek karȇn zȋraetȇ jȋ meşgȗl dikir. Wȋ ev kar mȋna terapȋ didȋt; eve kar jȇre dibȗ spor ȗaktȋvȋtȇtȇn fizȋkȋ ȗ heta başȋtȋya psȋkolojȋk jȋ. Gelek caran analȋzȇn xwe bi jȋyana rojana ve girȇdidan ȗ sohbetȇn pȇre her xweştir ȗ dewlemendtir dibȗn.Wȋ mȇhvan ȗ hevalȇn xwe li baxçȇ xwe yȋ biçȗk di azimandin ȗ demȇn xwe yȋ vala li wir derbas dikirin. Wȋ ez jȋ ji vȇ hebȗna dewlemendȋya baxçȇ xwe/şȋnayȋyȇn ku bi keda wȋ hatibȗn gihandin anjȋ afirandin bȇpar nedihiştim. Çend caran, bi wȇ salmezinbȗna xwe ji bo min kȋs tijȋ şȋnayȋ dikir ȗ tanȋ cem termȋnala otobus ȗ trȇnan ȗ di got ”…hijtere keke ev jȋ paya te ye…”. Min hingȋ jȇre weha digot,”… ȇ mamoste tu min şermdar dike, ez bi xwe karim werim cem te ȗ kȋsȇ xwe bibim, bo çi tȗ hewqas zahmetȋ didȇ xwe…” ȗ wȋ digot ”…na keke kȇfamin tȇt ku ez tiştȇn xweş bidme hevalȇn xwe yȋ baş/dostȇn xwe yȋ baş ȗ noktekedin jȋ heye ku evanharaketan ji minre dibȇt spor mȋna terapȋ…”.
Ȗ mamosteyȇme bi bisiklȇtȇ evan çȗȗn ȗ hatinan dikir; eve bi xwe jȋzȋrektȋ ȗ jȇhatȋbȗna wȋ ȋspat dike; ji ber ku mamoste kesekȋ dirȇj ȗ gir bȗ, ew mȋna çȋyayekȋ bȗ - mȋna çȋyayekȋ başȗrȋ Kurdistan.
Ezȇ vȇ nivȋsa xwe bi gotineke xwedȋnenas(anonym) tewaw bikim:
”Rexȇm rastȇ derew, rexȇm çepȇ derew
Yȇn diçin derew, yȇn tȇn derew
Vegeriham ȗ li dȗv xwe meyȋzand ku dinya derew…..”
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin