Penaberȋ ȗ perȋșantȋ
Nuri Aldur
Di bin navê vê temayê de ezê di nava vê salê de çend nivȋsan binivȋsênim. Peyvoka ”penaberȋ” anjȋ gotin ȗ fenomena ”penaberȋ/penaberȋyê” mȋna tarȋxa merovatȋyê kevne. Bê goman hemȗ fenomen ȗ tema bi jȋyanêve girêdayȋne ȗ bi jȋyanêvene; heta jȋyan hebê wê fenomen ȗ tema jȋ hebin – eve qanȗna xwezayêye. Lewra gelek feylezof ȗ zanyarên berê ȗ yên dema modern jȋ li ser vê temayê pirr xebitȋne ȗ nivȋsȋne. Li gor çavkanȋyan; hê di demên kevn yên berȋ mȋladê ȗ piştre hinek zanyaran/feylezofan serpêhatȋyên xwe li ser penabertȋyê anjȋ bi gotna latȋnȋ li ser dem ȗ prosesa ”eksȋlê” nivȋsȋne ȗ ew kirine malê edebȋyata cȋhanȋ, heta hinek ji van nivȋsan bi awakȋ gelek trajȋkin ȗ bêhêvȋtȋyê didine merov. Rahmetȋyê nivȋskarême Memed Uzun li ser vê temayê/babetê (niha nayê bȋramin ku di kȗjan berhema wȋ de bȗ) bi zimanekȋ gelek dilşewatȋ, balam xweş ȗ bi rêk ȗ pêk pênȗsa xwe bi kar anȋye.
Erê, em dibêjin penabertȋ lê di nav gelde peyvokên mȋna xerȋbȋ ȗ mihacirȋ jȋ ketine xezȋna zimanê kurdȋ de. Li ser gotin ȗ wateya xerȋbȋyê di edebȋyata kurdȋde(hem bi nivȋs ȗ hemjȋ bi devkȋ) gelek berhemên giranbiha(stran, helbest, çȋrok, nivȋs) di jȋyana çand ȗ hȗnera me de, cȋhên xwe girtine ȗ ewe bȗyȋye jȋyan ȗ rojane jȋyanê.
Em karin bibêjin ku peyvok ȗ prosesên penaberȋ, xerȋbȋ, eksȋl anjȋ mihacirȋ pirr nêzȋkȋ hevin; her çiqas newekhevȋyên wan jȋ hebin. Di nivȋsên min yên vê salê; di tema penabertȋyê de; wê li ser ferdan/şexsan be anjȋ wê serpêhatȋyên kesanbe.
De ka werin em pevre li hinek stranên ku di nav gelê me de rojanene guhdarbikin/bi xwênin. Di dema ku keçên kurdan dibȗne buk/di bukanȋyê de hinek stran ȗ dȋlok li ser wan dihatine gotin ȗ ji xwe wan keçan/bukan ew stran bo xwe digotin anjȋ bi gotinekedin ku hê rastirre ”wan bi van stranan di avêtine ser xwe”. Çend gotin anjȋ stranên van keç ȗ bukan wehabȗn:
¤ ”Ez xerȋbim ȗ bê qedr ȗ nasȋbim”,
¤ ”Were yadê ez dibirim,
Ji ser hespê peyakirim
Ez bi aqilê xwe șêwirȋm
Ku ez xerȋbim ne ji virim”.
¤ ”Kesên xerȋb korin”.
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin