Nuri Aldur

Nuri Aldur

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Penaberȋ ȗ perȋşantȋ

A+A-

Nuri Aldur      

”HA EVE AWRȖPA”!

Simo ȗ xanima xwe Xezalê pevketin; hineka digot li ser ekonomȋyê ye, hineka jȋ digot na wala li ser iraqvexwarina Simo ye ȗ hinekedin jȋ digotin na, na,  ne li ser van tiștana; pevçȗna Simo ȗ Xezalê li ser ku Simo li duv jinên zerik digerihêye. Bê goman pevçȗna wan li ser kȋjan ji van sebebên li jore, kesȋ ji me yên li der ȗ dorê baș fahm nedikir. Lê sebeb karêt yek ji wan be anjȋ belkȋ her sê sebeb jȋ rola xwe di problema wan de hebȗ.

Axir ez serên we xwendevanên sayta me ”Rȗpela nȗ” ne êșênim; dawȋya dawȋ; Xezalê berda Simo ji malê ȗ bi derbekê de Simo bê cih ȗ bê war me.Bajarokê ku Simo lê dima biçȗk bȗ, lê gelek kurd li wir dijȋn ȗ Rebenê Simo bi kȗde jȋ çȗbana ewȋ liqayȋ kurda bêt.Simo berê xwe da derveyȋ bajêr ȗ di meșȋ; lê di heman demê de ew ji xwere ȗ bi xwere di hizirȋ/di pȗnijȋ ȗ wȋ ev tiștê ku Xezalê kir anjȋ ev xezeba ku anȋ serê wȋ baș fahm ne dikir ȗ lewra jȋ ew ji Xezalê pirr aciz dibȗ ȗ Simo ew bi ”bêbavȋ” sȗcdar anjȋ binav dikir.Roj hêdȋ hêdȋ diçȗ ava ȗ wȋ dȋse berê xwe da bajêr anjȋ merkeza bajêr kȗ herê li ser rêzekursȋyan ji xwe re rȗne ȗ ka meyzênê bê ma ewê vê êvarê ȗ vê șevê wê çawakê ȗ wê çibikê. 

Çend dostên Simo yên kurd hebȗn li vȋ bajorêkȋ, lê wȋ fedȋ dikir ku herê li derȋyên wan xê ȗ herê malên wan ȗ ewan bi mesela wȋ ȗ Xezalê bibihȋzin;  Simo ji xwe re got ku ”na” nabet ku ez herme malên kurda; eyb ȗ șerme, ezê bihetikim. Hêstirên Simo bi ser hinarkê rȗwên wȋre dihatin xwarê ȗ qotȋka bȋra di destên wȋ de, li demên xwe yȋ welêt di hizirȋ ȗ bi halê xwe yȋ tenhatȋ ȗ hejarȋ digirȋ. Ha di wê kêlȋyêde çend serxweșên swêdȋ/fȋnȋ jȋ nêzȋkȋ Simo bȗn ȗ li gel wȋ di rêzekursȋyande rȗniștin. Dema wan qotȋka bȋra jȋ di destên Simo de dȋtin, wan xwestin civata xwe hê xweștir bikin ȗ hinek ji wan bi dengekȋ bilind di axivȋn ȗ hineka jȋ stran digotin. Piștȋ çend deqȋqeyan yek ji wan serxweșan rabȗ ȗ ji xwere reqisȋ, eger navê wê reqsbê helbet – ji ber ku zilam dihejiha ȗ li ber ketinêbȗ, lê camêr mȋna reqsvanek ȗ stranbêjek bi dengekȋ bilind; lê tevlȋhev xwe dida xwȋyakirin. Tam di wê kêlȋ ȗ manzarêde, sê kurd di wire derbasdibin ȗ Simo dibȋnin, ew șaș ȗ maș dibin, lê di heman demêde ew di hizirin ku ma ewê çibikin; her çiqas ew dibȋnin ku Simo xwe virde-wirde dibê ȗ xwe dixê pișt hinekan ji wan serxweșan jȋ, kurdên me têne cem Simo ȗ pêre diaxivin ȗ dikevine çengê wȋ ku ewan wȋ ji koma serxweșan dȗr bikin. Yek ji wan serxweșan bangȋ kurdan dike ȗ weha dibêjê: ”halo halo hun kȋne, hun çima hevalême ji cem me dibin ? Hevalekȋmeyȋ nȗwe ȗ em bi vê kêfxweșin, dev ji hevalême berdin da werê cem me…”.

Simo jȋ bi dilekȋ șikestȋ ȗ xemgȋnȋ weha ji her sê kurdanre digot: keke, ha eve awrȗpa; ma ev hala? ma ev jȋyana?

 

    

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin