Pêncî û şeşemîn konferansa Mûnîxê îro dest pê dike
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî beşdar dibe
A+A-
Navenda Nûçeyan - Pêncî û şeşemîn konferansa ewlehîyê ya Mûnîxê dest pê dike û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî beşdar dibe.
Îro pêncî û şeşemîn konferansa cîhanî û salane ya ewlehîyê, dîsa mîna her car, li bajarê Mûnîx yê Almanya dest pê dike.
Di konferansa îsal de, çendîn serokên hikûmetan, wezîrên derve, wezîrên berevanîyê û nûner û mezinên welatên cîhanê beşdar dibin.
Li gorî agahîyan, Mesrûr Barzanî dê di kevana konferansê de bi wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo, serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borîsov û wezîra berevanîya Almanya Angirêt Kramp re bicive.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin