Pêngava Hevbeş a Rojnamegerên Kurd û Fransî ji bo ji nû ve rêxistinkirina medyayê

Pêngava Hevbeş a Rojnamegerên Kurd û Fransî ji bo ji nû ve rêxistinkirina medyayê

.

A+A-

 Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimanî ya Rojnamegerên Fransa li Parîsê ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên li pêşiya xebata nû ya çapemeniyê li hev civiyan.

Li gorî daxuyaniya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, şandeke sendîkayê li paytexta Fransa Parîsê bi rayedarên Sendîkaya Niştimanî ya Rojnamevanên Fransa re civiya.

Di hevdîtinê de ku rewşa giştî ya medyaya Herêma Kurdistanê û Fransa hat gotûbêjkirin, hat destnîşankirin ku ji bo rêkxistina medyayê bi hevkarî û ji bo çareserkirina kêşeyên ku ji ber şêwaza nû ya karkirina medyayê re rûbirû mane, pêngav bên avêtin.

Şanda Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, Hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Rojnamegerên Fransa û Endamê Desteya Kart a Komîsyona Kartên Rojnamegerên Profesyonel ên Fransa Antoine Chauzyville vexwend şahiya salvegera rojnamegeriya Kurdî.

Civata Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimanî ya Rojnamevanên Fransa wê îsal li Hewlêrê çend panelan bi navê “Nîrîna Hevbeş di Rêzkirina Medyayê de” li dar bixin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin