Pentagon û CENTCOM: Em ji nêzîk ve çavdêriya gefên Îranê dikin
.
ayedarên berevanî û leşkerî yên Amerîkî raporên îstixbarata Erebistana Siûdî ya derbarê îhtîmala êrîşeke Îranê bo ser Erebistana Siûdî û Hewlêrê piştrast nekirine lê dibêjin ku ew ligel hevpeymanên xwe yên li Rojhilata Navîn li ser xetê ne ji bo şopandina rewşê.
Roja Sêşemê 1ê Mijdara 2022an, Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) piştî agahdarkirina îstixbarata Erebistana Siûdî li ser îhtimala êrîşa Îranê bo ser Erebistana Siûdî û Hewlêrê daxuyaniyek da.
Rojnameya Îstîxbarata Wall Street Journal roja Sêşemê 1ê Mijdara 2022an ji zarê çend rayedaran, Erebistana Siûdî rayedarên Amerîkî agahdar kirine, dibe ku Îran di demeke nêzîk de êrîşî Hewlêr û Erebistana Siûdî bike da ku ser xwepêşandanan bigire.
Di daxuyaniyekê de Berdevkê Fermandeya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, ew bi berdewamî ligel hevpeymanên xwe li ser xetê ne ji bo kontrolkirina rewşa navçeyê. Berdevkê Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê Joe Bucciano got, “Em berdewam çavdêriya asta metirsiyên li herêmê dikin û em bi berdewamî bi hevkarên xwe yên li herêmê re ku artêşa Siûdiyê ye, di têkiliyê de ne.”
Di meha Îlonê de Îranê bi mûşekên balîstîk û firokeyên bêfirokevan êrîşî Herêma Kurdistanê kiribû û binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Koye, Zirgwêz û Şêrawa kiribûn armanc û di encamê de 17 kesan canê xwe ji dest dabûn û zêdetirî 50 kesên jî birîndar bibûn.
Derbarê gefên Îranê li egera êrîşa ser Erebistana Siûdî û Hewlêrê jî, berdevk got, hêzên Amerîkî ji nêzîk ve çavdêriya “gefên” Îranê li navçeyê dikin.
Berdevkê Wezareta Berevaniyê General Pat Ryder jî anî ziman, “Em bi hevkarên xwe re di peywendiya berdewam de ne, nemaze derbarê agahiyên ku ew eşkere dikin de.”
Berdevkê Pentagonê ji rojnamevanan re got, “Me berê jî gotibû û em dubare dikin mafê me ye ku em hêzên xwe biparêzin û berevaniyê bikin, li her cihê ku ew li Iraqê û li deverên din xizmet dikin.”
Her wiha roja Sêşemê, serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî got ku Bexda israr dike li ser berdewamiya mazûvaniya danûstandinên di navbera Îran û Erebistana Siûdî de ji bo bidawîkirina aloziyên di navbera Riyad û Tehranê de.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin