Pentagonê îdiaya ku dibêje li rejîmê xistine red kir
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Adrian Rankine-Galloway îro duşemê ew daxuyaniyên dibêjin ku balafirên amerîkî êrîşa li dijî sengerên leşkerî yên Artêşa Sûriyeyê yên li Bûkemalê kiriye, red kirin.
A+A-
Galloway got, "ev ne derbeyeke Amerîka yan jî hevpeymaniyê ye".
Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê(SANA) îro duşemê ragihand ku li ser çavkaniyeke leşkerî ya Sûrî gotiye ku "balafira hevpeymaniya amerîkî sengereke me ya leşkerî li rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kiriye ku di encamê de kuştî û birîndar çêbûne."
Li gor nûçeyê di êrîşa hewayî ya balafirên koalîsyonê de hejmarek leşkerên sûriyeyî hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne. Bajarê El Bukemal ê Sûriyeyê li sînorê Iraqê ye.
(sputnik)
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin