Pêşangeha Pirtûkan a Amedê îro vebû
Li Amedê piştî 4 salan 6emîn Pêşangeha Pirtûkan a TUYAPê deriyên xwe ji xwendevanan re vekir.
A+A-
Pêşangeha ku ji aliyê TUYAPê ve bi piştgiriya Parêzgariya Amedê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê, Borseya Bazirganiyê ya Amedê, Yekîtiya Odeyên Dikandar û Sanatkarên Amedê, Ajansa Geşepêdanê ya Qerejdaxê û Rêveberiya Perwerdehiya Netewî ya Amedê di navbera 25-30ê Îlonê de birêve diçe.
Weşanxaneyên Kurdî jî tê de 120 weşanxane beşdarî pêşangehê dibin, ku dê di pêşangehê de nêzîkî 60 çalakiyên weke panel û gotûbêj werin sazkirin.
Îsal li ser afîşên pêşangehê, zimanê Kurdî tinebû.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin