Pêşbazîya Helbestan a Arjen Arî dest pê kir
7’emîn Pêşbazîya Helbestan a Arjen Arî dest pê kir. Yên bixwazin dikarin heta 1’ê adara 2020’an berhemên xwe bişînin ber destên amadekarên pêşbazîyê.
Navenda Nûçeyan- Pêşbazîya Helbestan a Arjen Arî ji bo bîranîn û yadkirina helbestvan Arjen Arî tê lidar xistin. Ji bo eşkerekirina pêşbazîya îsal li Şaxa Egîtîm Sena Amedê daxuyanî hat dayîn. Berpirsê Weşanên Sor Reşo Ronahî daxuyanî xwend, mercên pêşbazîyê eşkere kirin. Ronahî got ku ew pêşbazîyê ji bo xwedîlêderketina zimanê kurdî û wêjeya kurdî ku Arjen Arî di hemû jîyana xwe de bo wê kedeke muhîm da û bo xwedîlêderketina puxteyên hunerê yên navneteweyî ye.
Li gor daxuyanîyê îsal jurîya pêşbazîyê ji Berken Bereh, Necla Arî, Bêrîvan Zînzal, Fewzî Bîlge û Yeqîn H. pêk tê.
Pêşbazîya ji alîyê malbata Arjen Arî û Weşanên Sor ve tê lidarxistin.
Vane şertên beşdarîya pêşbazîyê:
• Xelat dê bo berhemên bi zaravayê kurmancî hatî nivîsandin bê dayîn.
• Weke xelata pêşbirkê berhema ku bi ser bikeve dê ji hêla sazîya ku vê pêşbirkê li dar dixe ve, ji hêla Weşanên Sor ve bê çapkirin.
• Her kesê ku heta niha berhemeke wî/wê ya helbestê nehatibe çapkirin dikare serî lê bide.
• Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor dê bi hev re kesekî/ê ku ji bo parastin û pêşvebirina ziman û edebîyata kurdî kar û xebat kirîye hilbijêrin û “xelata giramgirîyê/xelata rûmetê” bidinê.
• Berhemên ji hêla sazîyek ve hatibe xelatkirin an di pêşbirkekê de xelat wergirtibe nikare tevlî pêşbirkê bibe.
• Berhemên ku tevli pêşbirkê bibin divê bi alfabeya latînî hatibin nivîsandin.
• Mafê lijneyê heye ku di dema çapkirinê de li ser berhema ku xelat wergirtîye guhertinan bike.
• Heke jurî ti dosyeyê hêjayî xelatê nebîne dikare xelat nede.
• Dosyeyên ku ji bo pêşbirkê bêne rêkirin divê di qabareya(hacm) pirtûkê de, 64 rûpel (4 form) bin.
• Dosye divê di formata A4 de, 5(pênc)nusxe û bi CDyek, USByek ku dosye tê de ye bê rêkirin ango bi awayê maîlê bête şandin.
• Dosyeyên ku bi kompûterê nehatî dîzaynkirin û CDyek, USByek pêve nekirî ango bi mailê nehatî şandin wê neyên nirxandin.
• Divê di dosyeyê de nav, nîşan an mexlas hwd. ku xwedîyê berhemê bide nasîn tunebe.
• Helbestvanên ku beşdarî pêşbirkê bibin dê kurtejîyan, navnîşan û pêdivîyên bo têkilîyê di nav zerfeke devgirtî de rêbikin.
• Encama pêşbirkê dê di 15ê Gulana 2020an de, yanê roja cejna zimanê kurdî bê aşkerekirin û xelat jî dê sala bê di Fûara Pirtûkan a Amedê de bête dayîn.
• Divê dosye bi kargo yan bi posteyê, bo vê adresê bêne rêkirin: Pêşbirka helbestê ya Arjen Arî
Yenişehir Mah., Ali Emiri 7. Sokak, No:22/7, Kat:1, Yenişehir/Dîyarbakır (li ser navê Buroya Amedê ya Rojnameya Evrenselê)
• Serlêdanên rû bi rû nayên qebûlkirin.
• Dosyeyên ku bo pêşbirkê bêne rêkirin li xwedîyê wan nayêne vegerandin.
• Endamên lijneya pêşbirka helbestê ya Arjen Arî, dê piştî encamê bizanin ka xwedîyê berhemên ku dengê xwe dane wan kî ne.
• Kesên xwedî berheman divê di navbera 26ê Mijdara 2019an û 1ê Adara 2020an de dosyeyên xwe bişînin.
• Pêwendî; Reşo Ronahî
(05434886996)
(0412) 2282613
Çavkanî: Dîyarname
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin